HPG’ê li Barzanê derb li yekîneyên operasyonê yên Tirk xistin
HPG’ê diyar kir ku li Barzanê hêzên wan derbeke mezin li artêşa Tirk xistine. HPG’ê di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk agahî dan.
HPG’ê diyar kir ku li Barzanê hêzên wan derbeke mezin li artêşa Tirk xistine. HPG’ê di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk agahî dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên wan li Colemêrg, Şemzînan, Barzanê derb li artêşa Tirk xistine.
Agahiyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk dayî wiha ye:
‘1 KONTRA Û 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN’
‘’Di nav çarçoweya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Colemêrg Geverê, li Şemzînan û Barzanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku operasyon dabûne destpêkirin çalakî li dar xistin.
27’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Barzanê ya di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me yên YJA-Starê 9’ê Cotmehê saet 10.30’an li qada Adilbegê, li dijî yekîneya operasyonê ya li girê Koordîne çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de, ku ji du milan ve bi ser yekîneya dijmin de girtin, du konê dijmin hatin şewitandin, tespîtbûyî 1 kontra û 8 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistin.
ÇALAKIYÊN YJA-STARÊ
Hêzên me yên YJA Starê 9’ê Cotmehê saet 11.40’î li Şemzînan, Şikêra Spî, leşkerên dijmin ên li ser gir ji xwe re kirin hedef. Di vê çalakiyê de kozikên dijmin derbên baş xwarin, hijmara kuştî û birîndaran ên dijmin tam diyar nebû.
9’ê Cotmehê saet 09.40’î hêzen me, bi ser leşkerên dijmin de yên li girê Bayê yê Geverê çalakiyek li dar xistin. Ji du milan de li gir hate reşandin, tespîtbûyî 1 leşker hate kuştin.
ÇALAKIYA LI MEHSERTÊ
Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me 9’ê Cotmehê saet 17.15’an li Mêrdîn, Mehsertê li dijî qereqola Golê çalakî kirin. Bi serkeftî derb li kozikên dijmin hate xistin, di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndaran a dijmin diyar nebû.
ARTÊŞA TIRK BI BALAFIRARN LI GOVENDÊ YA ŞEMZÎNANÊ XIST
9’ê Cotmehê saet 07.40’î artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer li qada Govendê ya Şemzînan a Colemêrgê xistiye.
GERÎLA BRÛSK BI QEZAYEKE BÊYOM ŞEHÎD BÛYE
25’ê Îlonê li Qadên Parastinê ya Medyayê, li herêma Zapê, li qada Cîlo ya Biçûk ji ber qezayeke bêyom hevrêyê me Brûsk Gever (Sîpan Guneş) şehîd bûye.
Nasnav: Brûsk Gever |
GERÎLA ŞERZAN SÎVEREK BI LEHENGÎ ŞER KIR Û ŞEHÎD BÛ
31’ê Tebaxê li Çewlikê, li qada Dugernan gerîlayên me li rasta yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker hatiye û bi hêzen dijmin re ketine şer. Di şer de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye. Di vî şerî de hevalê me Şerzan Sîverek (Cengiz Geçkoy) bi lehengî li dijî dijmin şer kiriye û şehîd bûye.
Agahiyên sicîlê yên hevalên me wiha ne;
Nasnav: Şerzan Sîverek |