HPG: Li Barzanê sê çeperên leşkerên Tirk hatin rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê 3 çeperên leşkerên Tirk hatin rûxandin û 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêma Barzan, navçeya Gever a Colemêrgê û navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê, 3 çeperên li herêma Barzanê hatine rûxandin û 5 leşker hatine kuştin. Li Geverê jî 2 leşker, li Silopiyayê jî leşkerekî Tirk hatin kuştin.

LI BARZANÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Daxuyanî wiha ye: "Roja 25'ê Nîsanê saet 10:40'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de 3 çeperên dijmin û çekeke A4 hatin rûxandin. Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

2 LEŞKER LI GEVERÊ HATIN KUŞTIN

25'ê Nîsanê saet 09:40'î, hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Rahîme yê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakî kirin. Bi derbên xurt 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

LI SILOPIYAYÊ LI DIJÎ QEREQOLÊ ÇALAKÎ HATE KIRIN

Roja 25'ê Nîsanê saet 08:30'î hêzên me li qereqola Kiryareş xistin ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê ye. Di vê çalakiyê de derb li 2 wesayitên sewqiyata leşkerî dikirin û konteynerekê hate xistin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dijmin piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI QENDÎL, AVAŞÎN Û XAKURKÊ BARANDIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk jî heman rojê bombe li herêmên Qendîl, Avaşîn û Xakurkê barandine.

Li ser bomberdûmanê jî ev agahî hatin dayin: "Roja 25'ê Nîsanê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê, saet 12:00 heta saet 13:00 derdora Zergelê, qada Bedirxan û gundê Bêpalan ên herêma Qendîlê, saet 12:30'î qada Adilbeg a herêma Avaşînê û saet 13:00 jî mintiqeya Kaniqirêj a herêma Xakurkê bûn hedefa balafirên şer."