HPG: Li Avaşîn û Zapê 7 dagirker hatin cezakirin

Dewleta Tirk a dagirker, çekên kîmyewî jî di nav de tevî ku bi hemû hêza xwe êriş dike, nikare bi gerîla. Li Avaşîn û Zapê di çalakiyên gerîla de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Çalakiyên bi rêbaza çeperên şer û tîmên gerîla yên bi tevger û berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên hêzên me nikare encamê bi dest bixe, bi namerdane çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi taybetî li qadên berxwedanê yên Werxelê û Kurojahro çekên kîmyewî bi kar tîne. Di çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

4'ê Gulanê saet di 08:30'î de li dijî dagirkerên li qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Gulanê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên li qada berxwedanê ya Werxelê bikin, hêzên me saet di 13:00 de bi sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Gulanê saet di 15:00 û 15:20'î de hêzên me li dagirkerên li qada berxwedanê ya Werxelê xistin. Di encama çalakiyan de dagirkerekî ku çeka A-4 bi kar dianî bi sûîqestê hate cezakirin.

4'ê Gulanê saet di navbera 13:00-21:25'an de qada berxwedanê ya Werxelê ji aliyê helîkopterên êrişê yên artêşa Tirk a dagirker ve bi helîkopteran û çekên kîmyewî hate bombekirin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

4'ê Gulanê saet di 17:10'an de li qada berxwedanê ya Kurojahro, hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Gulanê saet di 11:10'an de li qada berxwedanê ya Çiyareş li dijî dagirkerên ku dixwestin ji Girê Şehîd Sorxwîn biçe Girê Şehîd Kûrtay, ji sê baskan ve bi hemwextî bi sûîqestê çalakî hatin kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

3 û 4'ê Gulanê li hemberî çeperên me yên şer ên li qadên berxwedanê yên Kurojahro û Şehîd Şahîn artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombardûman kir.

ÊRIŞ BÊNAVBER DEWAM DIKIN

Bombardûmana artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dike. Di nava rojekê de 12 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan qad hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat. Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ne:

4'ê Gulanê li herêma Zazpê qada berxwedanê ya Karker bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin. Heman rojê qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

4'ê Gulanê saet di 01:00 de qada Girê Zengilê ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

4'ê Gulanê saet di navbera 21:00-03:00 de li herêma Zapê qadên Girê Cûdî û Girê FM 6 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 19:00-19:30'î de li herêma Metînayê qada Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

4'ê Gulanê saet di navbera 18:30-19:10 de li herêma Xakurkê qadên Koma Sor û Lolanê, qada Girê Şehîdan 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin."