HPG: Li Amedê wesayîta leşkerî hate îmhakirin, 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Amedê li dijî wesayîteke leşkerî çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de wesayît hatiye îmhakirin û 8 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan a li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 29’ê Adarê de saet di 13.30’an de hêzên me di navbera Hezroya Amedê û benda kontrolê ya Hordofê li dijî wesayîteke leşkerî ya Kobra ya artêşa Tirk a dagirker ji nêz ve çalakiyek li dar xistiye. Ev wesayît şewitiye û bi teqandina cebilxaneya hundirê wê re ev wesayît bi temamî îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 leşkerên dijmin mirine.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û wesayîtên hewayî yên bêmirov li qadê operasyonek daye destpêkirin. Di heman rojê de artêşa Tirk a dagirker qada gundê Meraniyê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de hevalên me Têkoşer û Akîf şehîd bûne û hevalê me Rêber jî birîndar bûye. Hevalê me Rêber ji bo ku bi birîndarî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye. Di vê operasyonê de ya ku 3 rojan domiya, artêşa Tirk a dagirker rêya Hezro-Pasûrê girtiye û enkaza vê wesayîta xwe jî bi vîncê ji qadê rakiriye. Ev operasyon di 1’ê Nîsanê bi paş ve hatiye kişandin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye;

Nasnav: Akîf Bagok
Nav û Paşnav: Diyar Gumuşay
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Mehdiye - Mîrza
Cih û Dema Şehadetê: Amed / 29’ê Adar  2018

Nasnav: Rêber Andok
Nav û Paşnav: Ali Tekîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Emo - Sabrî
Cih û Dema Şehadetê: Amed / 29’ê Adar 2018

Nasnav: Tekoşer Cûdî
Nav û Paşnav: Idrîs Ûzkaş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Kerîme - Habîp 
Cih û Dema Şehadetê: Amed/ 29’ê Adar  2018

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 1’ê Nîsanê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê çarçoveyê de;

Saet di navbera 18.30-21.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Dola Bedrana ya Qendîlê û Şehîdgeha Şehîd Harûn bomberdûman kiriye.

Dîsa saet di navbera 19.30-20.00’an de balefirên şer Gêdûka Arê, Pira Lolanê, Pira Şehîd Bêrîtan û Pira Xakurkê ya herêma Xakurkê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê bax û baxçeyê gel zirar dîtine.