HPG: Li Şemzînanê 7 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî baregeheke leşkerî ya li ber Qereqola Bêzokê ya Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

DI ÇALAKIYA ŞEMZÎNANÊ DE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 4'ê Gulanê saet 14:10'an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hêzên me li dijî baregeheke dijmin a li ber Qereqola Bêzokê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me xwe berdan nava baregehê û ji nêz ve bi rêbaza birûskê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û ketin destê hêzên me. Hêzên me çûn ser cenazeyên 7 leşkerên dijmin û dest danîn ser çekên wan. 7 leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndarên dijmin dibe ku zêdetir be. Di encama çalakiyê de 5 çekên ferdî yên G-3, Çekeke BKC a otomatîk, rextê çeka G-3, zincîrek BKC û kaskekî hêzên dijmin ketin destê hêzên me.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Hêzên TC ên dagirker ku di vê çalakiyê de derba giran xwarin, derdora qada çalakiyê û gundên Sîrvan û Helena bi helîkopterên bi tîpa Kobra û çekên giran bombe kirin. Piştre jî xwestin li qadê lêgerînê bikin. Di vê demê de hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin nehate tespîtkirin.

Çalakî weke bersiva li êrîşên li dijî dayikên Kurd ên fedakar û gelê me hate kirin. Hêzên me di van çalakiyan de zerar nedîtin.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA ARTÊŞA TC HEWL DA ÇALAKIYÊ BINIXUMÎNE

Tevî ku encam wiha ye, Fermandariya Giştî ya TC û medya şerê taybet a AKP'ê ragihandin ku çalakî avêtina hawanê ye û bi nûçeyên derewîn hewl dan windahiyên xwe binixumînin. Li aliyê din jî bi nûçeyên derewîn ku îdîa kirin hêzên me zerar dîtine, hewl dan raya giştî bixapînin. Em; Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê rastiya şer her roj bi daxuyaniyan eşkere dikin û bang li gelê xwe, raya giştî dikin ku bi polîtîkayên şerê taybet ê dijmin nexapin.

LI ÇELÊ RÊZEÇALAKÎ

Di 2 û 5’ê Gulana de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Çelêya Colemêrgê hin rêzeçalakî hatine lidarxistin.

Di 5’ê Gulanê de saet di 01.00’an de şervanên me li Girê Xeregolê li leşkerên dagirker dane. Di vê çalakiyê li de çeperên dijmin hatiye xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.

Di 2’ê Gulanê de saet di 14.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li Qereqola Girê ya artêşa Tirk a dagirker xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.

Piştî herdu çalakiyan dijmin bi çekên giran dora qada çalakiyê bomberdûman kirine û tiştek bi hêzên me nehatiye.

LI PÎRANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 2 GERÎLA JÎ ŞEHÎD BÛN

Di 30’ê Nîsanê de yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker li qada Xaçekê ya Pîrana Amedê kemîn danîne. Hêzên me ev yekîneyên veşartî xistine bin kontrola xwe û di 1’ê Gulanê saet di 12.00’an de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û hevrêyên me Viyan û Dîdar şehîd bûne. Hêzên dijmin piştre operasyon berfirehtir kirine û di 1’ê Gulanê de saet di 18.00’an de ji qadê vekişiyane.

Em hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê. Wê nasnameya hevrêyên me yên şehîd piştre werin eşkerekirin.

LI SER QADÊN GERÎLAYAN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 5’ê Gulanê de balefirên şer ên artêşa Tirka a dagirker hin qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.

Balefirên şer saet di 14.30ân de qada Ermûş a Xakurkê, saet di 15.10’an de Girê Suleyman ê Avaşîn, saet di 17.15’an de jî qadên Werxelê yên Avaşînê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisar gihiştiye erdnîgariya Kurdistanê."