HPG: Li Çelê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist. HPG'ê got di çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîla ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê û operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li navçeya Şirnex Êlkê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hate dayîn;

‘LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN’

“Roja 30’ê Tebaxê saet 03:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Serzer ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

OPERASYONA LI NAVÇEYA ÊLKÊ BÊ ENCAM VEKIŞIYA’

Roja 27’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Girgavê û Tirba Eshed yên herêma Masirô ya navçeya Şirnex Êlkê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de artêşa TC’ê ya dagirker zext li ser gelê herêmê kir û heman rojê saetên şevê bêyî ku encamek bigire paşve vekişiya.”