HPG: Hevrêyên me Raperîn, Rêvan û Botan şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hevrêyên wan Raperîn, Rêvan û Botan di dawiya meha Adarê de, di operasyona dewleta Tirk de li Cîloyê şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Di 28 û 29’ê Adara 2023’an de li qada Alantûsê ya Cîloyê dem aku hêzên me li gorî biryara tevgera me di pozîsyona parastinê de bûn, artêşa Tirk a dagireker li hemberî hêzên me operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de hevalên me Raperîn, Rêvan û Botan heta nefesa xwe ya dawîn bi fedaî şer kirine û şehîd bûn.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di van pevçûnan de kesek ji aliyê dijmin ve dîl hatiye girtin. Hevrêyên me Raperîn, Rêvan û Botan bi hemû hêza xwe nûnertiya milîtaniya Apoyî û fedaî kirin û mîrateya têkoşîna me ya nemir parastin. Ev hevrêyên me yên leheng ku di van demên dîrokî de gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye û têkoşîna me di lûtkeyê de ye, pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi awayekî serketî bi cih anîn, careke din xeta têkoşînê ya rast nîşanî me dan.

Em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Raperîn, Rêvan û Botan re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng li ser xeta wan a berxwedanê bigihînin serkeftinê.”

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Raperîn Botan

  Nav û paşnav: Dîcle Omer

  Cihê jidayikbûnê: Dêrik

  Navê dê û bav: Şohret - Huseyîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Adara 2023’an / Cîlo

 

  Nasnav: Rêvan Sûrûc  

  Nav û paşnav: Peyam Demîr

  Cihê jidayikbûnê: Riha

  Navê dê û bav: Ferîde - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Adara 2023’an / Cîlo

 

  Nasnav: Botan Êrîş

  Nav û paşnav: Mahmût Tekîn

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Edîbe - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Adara 2023’an / Cîlo

RAPERÎN BOTAN

Hevrêya me Raperîn di malbateke welatparêz de li bajarê Dêrîka Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Malbata hêja ya hevrêya me Raperîn ji rojên destpêkê yên pêşketina Partiya me, li herêma Rojava Apoyîbûn qebûl kirine. Ji ber vê yekê mala xwe ji Gerîlaya Azadiya Kurdistanê re vekirine. Ji destpêka têkoşîna me ve, bi baweriyeke mezin bi partiya me re bûn û bi xebatên girîng di mezinkirina têkoşîna me ya azadiyê de rol lîstine.

Dîsa ji nav vê malbatê gelek kes tevlî nav refên gerîla bûne û şehadet çêbûye. Hevrêya me Raperîn ku di malbat û derdoreke wiha de mezin bû, bi awayekî xwezayî ji temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina partiya me PKK’ê kir. Çiya û jiyana gerîla ji gerîlayên ku çûne malên xwe bihîstiye, têkiliyên gerîla bi hev re ya li ser esasê rêgezên azadiyê dîtiye û gelekî bandor bûye. Ji ber vê yekê tevlîbûna gerîla bûye xeyaleke wê ya zarokatiyê û ji bo bidestxistina vê xeyalê hewldaneke bêhempa daye. Jiyana gerîlatiyê wekî çavkaniya jiyana azad dîtiye û di wê baweriyê de bû ku rihê wê yê ku ji bo azadiyê dixwaze lê dide encax bi gerîla re dikare azad bibe. Hevrêya me Raperîn ku yekem hewldana wê ya tevlîbûna nav gerîla bi ser neket, ti carî dest ji vê daxwaza xwe berneda, heta ku gihişt armanca xwe li ber xwe da û herî dawî di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Raperîn ku jiyana gerîla weke deryaya azadî, wekhevî û edaletê pênase dike, ji bo bibe parçeyek ji vê jiyanê hewldaneke bêhempa daye. Ji roja ewil ku tevlî nav refên gerîla bû, her tim hînî tiştekî nû bû û xwe pêş xist.  Hevrêya me ya ku bi vê yekê dizane ku weke gerîlayek jin divê li ser lingan bisekine, dizane ku pêwîst e bi her awayî xwe pêş bixe. Ji ber vê sedemê girîngiyeke mezin da perwerdeya bîrdozî û leşkerî û di demeke kin de bû gerîlayeke jêhatî. Piştî ku li herêmên Garê û Qendîlê pratîka xwe ya yekem kir, di sala 2014’an de derbasî herêma Cîlo bû. Heta sala 2019’an di vî warî de ma û di gelek astan de wezîfeya xwe ya serdemê bi cih anî. Di navbera salên 2015-2019’an de ku şer herî dijwar bû, li herêma Cîlo beşdarî gelek çalakiyan bû û nûnertiya pêşengtiya YJA Starê bi serkfetî pêk anî. Di vê pêvajoyê de carekê bi giranî birîndar bû, lê dîsa jî di demeke kin de baş bû û têkoşîna xwe domand. Hevrêya me Raperîn hewl da di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe. Li ser vê bingehê piştî 5 salan ji pratîka Cîlo ya dûr û dirêj, li Akademiya Jina a Azad a Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdehiyê bû. Armanca xwe ya perwerdehiyê gihandina fedakariyê ya di xeta Berîtan de, weke parçeyek ji çalakiya Zîlan û weke pêşengeke mîna Delal Amed diyar kiriye. Bi taybetî jî kûrkirina xeta azadiya jinê ji xwe re kiriye armanc û bi alîkariya hevrêyên xwe yên jin ku pê re perwerde bûye, di vî warî de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Hevrêya me Raperîn ku piştî perwerdeyê di sala 2020’an de careke din derbasî herêma Cîlo bû, vê carê bi erka fermandariya herêmê hate erkdarkirin. Hevrêya me ya ku bi taybetmendiyên xwe yên zelal, rast û nefsbiçûk hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir, bi karakterê xwe yê têkoşer ê ji pêvajoyên dîrokî re bû bersiv. Hevrêya me Raperîn ku di 29’ê Adara 2023’an de di êrîşa dijmin de heta nefesa xwe ya dawî li qada Cîlo pratîka xwe ya serketî gihandiye lûtkeyê, wê weke fermandareke pêşeng timî fermandariya me bike.

BOTAN ÊRÎŞ

Hevrêyê me Botan di malbateke welatparêz a bi eslê xwe Êlihê de hatiye dinê. Ji ber ku malbata wî dilsozê nirxên Kurdayetî û azadiyê yên Partiya me bû, cerdevaniya ji aliyê dijmin ve hatibû ferzkirin qebûl nekir û di encamê de neçar ma ji gundên xwe koç bikin. Hevrêyê me Botan ku di encama zextên dijmin de neçar ma li Amedê bi cih bibe û li vir mezin bû.

Di temenê biçûk de di şexsê malbata xwe de dîtiye ku dijmin zext û êşkenceyên çawa dike û ji ber vê li hemberî dijmin hêrs bûye. Ji ber vê yekê di ciwaniya xwe de bi awayekî aktîf tevlî xebatan bû û hewl da hêrsa xwe bi şerkirina li hemberî dijmin hindik be jî, bike çalakî. Hevrêyê me Botan ê ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû û demeke dirêj li wir ma, di çalakiyê de tecrubeyeke girîng bi dest xist. Tevlîbûna xizmên wî yên li nava refên gerîla, şehadeta di berxwedana li dijî dagirkeriyê de û pêvajoya şoreşgerî ya li Rojava bû sedem ku hevrêyê me Botan xeta xwe ya têkoşînê zelal bike. Hevrêyê me bi baweriya ku weke ciwanekî Kurd ê şoreşger wê têkoşîna herî bi bandor li çiyayên Kurdistanê bidomîne, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Botan ku ji Zagrosan tevlî nava refên gerîla bû, heta şehadeta xwe li Zagrosê ma. Hevrêyê me yê ku li herêma Zagrosê perwerdeya xwe ya yekemîn di gerîlatiyê de dît, hemû pratîka xwe ya gerîla li Zagrosê pêk anî. Tevî erdnîgariya dijwar a Zagrosan, bi vîn û baweriyeke mezin têkoşiya. Bi awayekî aktîf beşdarî xebatên avakirina binesaziya têkoşîna dijwar a li Zagrosan bû. Bi fedekarî, durustî û kesayeta xwe ya kedkar bûye hevrêyekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve tê hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Botan ku li her xebata ku dimeşîne bi cidiyet û bi hûrgilî nêz dibe, her karê ku daye destpêkirin di wextê xwe temam kiriye. Hevrêyê me Botan ku ji sala 2015’an û vir ve bi awayekî aktîf beşdarî pratîka şerê dijwar bûye, beşdarî gelek çalakiyan bûye. Hevrêyê me Botan ku bi pratîkbûna xwe tê naskirin, bi vê taybetmendiya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Dîsa bi helwesta xwe ya milîtanî ya jiyanê û bi helwesta xwe ya zelal a di îdeolojiya Rêbertiyê de bawerî da derdora xwe û bi vê taybetmendiya xwe bû yek ji hevrêyên me yên mînak. Hevrêyê me Botan ê ku piştî nêzî 7 salan ji pratîka Cîlo ya dijwar derketibû perwerdeyê, di serdema nû de bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya ku dîtibû xwe kûrtir kir û bû yek ji fermandarên pêşeng ên serdema nû. Tevî hemû tedbîrên dijwar ên dijmin jî di sala 2022’an de weke gerîlayekî profesyonel berê xwe dide herêma Cîlo. Vegera li herêma Cîlo ya ku hemû jiyana wî ya gerîla lê derbas bû, ji bo hevrêyê me Botan bû sedemeke din a kêfxweşiyê. Ji ber ku gelek hevrêyên wî yên ku nas dike û bi wan re têdikoşe di vê qadê de şehîd bûne, ji bo hevrêyê me Botan bûye çavkaniyeke cuda ya motîvasyonê. Ji ber vê yekê di êrîşên dijmin ên 29’ê Adarê de bi berxwedaneke fedayî bû xwedî tevlîbûneke bêhempa û gihişt şehadetê. Hevrêyê me Botan ku heta nefesa xwe ya dawî di bin dorpêça dijmin de li ber xwe da û şehîd bû, wê her tim bibe perspektîfa me ya têkoşînê.

RÊVAN SÛRÛC

Hevrêya me Rêvan li navçeya Pirsûs a bajarê Rihayê kevnar ê Kurdistanê, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji hewirdora hevrêya me Rêvan gelek tevlîbûn çêbûne û birayê wê yê mezin hevrê Xeyrî - Veysî Demîr di sala 2008'an de tevlî karwanê şehîdan dibe.

Di malbateke wiha welatparêz de ji dayikbûn û mezinbûna hevrêya me Rêvan bê guman bandoreke kûr kiriye. Ji bo ku tevkariyê li debara malbata xwe bike, ji biçûkatiya xwe de neçar ma ku di gelek karên cuda de bixebite û ji zû de têgiha kedê nas kir. Hevrêya me Rêvan a ku bi pîroziya nirxên ku bi ked hatine afirandin dizane, di hemû jiyana xwe de bi keda xwe derketiye pêş. Hevrêya me Rêvan ku di ferqa xeteriya êrîşên qirkirinê ya li dijî gelê me û li ser vê bingehê êrîşê dijmin de ye, bi taybetî ji şehadetên ku di sala 2015’an de di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hatine gelek bandor bûye û bi guhdarîkirina banga seferberiyê ya Rêbertiya me berê xwe daye Kobanê.

Hevrêya me ya ku nêzî 2 salan li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, li vir ji sekna jiyanê û taybetmendiyên şer ên milîtanên Apoyî bandor bû. Ji ber ku gelek hevrêyên me bi fedaî şer kirin û destkeftiyên gelê me parastin, bû sedem ku hevrê Rêvan bikeve lêgerîna têkoşînê. Piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Kobanê, hevrêya me xwest têkoşîna xwe weke gerîla li çiyayên Kurdistanê bidomîne û li ser vê bingehê di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî perwerdeya xwe ya yekem a gerîlatiyê derbasî qada Metîna dibe û li wir beşdarî xebatên pratîk dibe. Hevrêya me Rêvan ku pêvajoyên destpêkê hewl da adapteyê jiyana çiya û gerîla bibe, bi lêhurbûnên kûr jiyana xwe hîn bi watedartir kir. Jiyana gerîlatiyê weke yek ji cihên kêm ên cîhanê ku xerabî û qirêj lê nayên kirin, dihesiband. Hevrêya me Rêvan a ku ji kûr ve girêdayî jiyana gerîla bû, ev yek di pratîka xwe de nîşan daye. Hevrêya me ku di gelek xebatên ku pê baweriyeke bilind û kûrahiya îdeolojîk hewce dike de cih girt, bi performansa xwe ya li van xebatan hêz da hevrêyên xwe. Hevrêya me Rêvan ku gerîlayekî YJA Starê ya xwedî ezmûn û jêhatîbûna leşkerî ye, li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim xwestiye li çeperên berxwedanê li kêleka hevrêyên xwe bisekine. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, di sala 2019’an de derbasî qada Zapê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên fedekarî, rûyê xwe yê biken û dilnizm, ji bo tevahî hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêzê. Li Girê Karker û Ertûşê ku qadên herî dijwar ên herêma Zapê ne, xebat meşand. Di xebatên binesaziyê yên van qadên ku îro berxwedanên destaneyî lê tên kirin de, kedeke mezin da. Li van herêman beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatine pêşxistin bûye û derbên giran li dijmin hatiye xistin. Di çalakiyên li hemberî dijmin de bi lêhûrbûnên xwe ya taktîkî re her tim nûbûn esas girtiye û di vê wateyê de weke gerîlayek YJA Starê di pêşengtiya şer de bi ser ketiye. Hevrêya me ya ku di sala 2020’an de pêşniyara çûyîna herêma Cîlo ku yek ji xeyalên wê yên herî mezin bû, di demsala biharê de berê xwe da çiyayên Cîlo yên serhildêr û bi heybet. Hevrêya me Rêvan a ku şansê çûyîna herêma Cîlo bi dest xistiye ku xeyalê her gerîlayekî ew e ku li wir pratîk bike, li vir erkên herî dijwar girtiye ser milên xwe û bi awayekî serkeftî pêk aniye. Bi taybetî asta tevlîbûna gerîlayên jin a milîtanî di şexsê xwe de bilind kiriye. Hevrêya me Rêvan ku bi fedakariyeke mezin li hemberî hemû pêvajoyên dijwar li ber xwe da, di 29’ê Adarê de weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê li dijî operasyona dijmin li ber xwe da û heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.”