HPG: Hêrsa wan a li dijî dijmin wê timî di bîra me de be

HPG'ê 4 gerîlayên sala 2019'an li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Jiyana wan a dilnizm, pakbûna têkiliyên wan ên hevrêtiyê û kîna wan a li dijî dijmin wê timî di bîra me de be."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên 23'ê Nîsana 2019'an şehîd bûn ev daxuyanî da:

"Hevrêyên me Argeş, Gelhat, Mervan û Reşo ku her yek ji wan li parçeyekî Kurdistanê bi welatparêziyê mezin bûn û bi rûmeteke mezin tevlî nava refên têkoşîna hesabpirsîna ji dijminê mêtinger bûn, di 23'ê Nîsana 2019'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî ya dewleta TC a dagirker şehîd bûn. Dilznimiya wan a li nava jiyanê, pakbûna têkiliyên wan ên hevrêtiyê û hêrsa wan a li dijî dijmin wê her tim di bîra hevrêyên wan de bimînin û timî bibin mînak.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav. Argeş Pîrî

Nav paşnav: Şadî Onal

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Ayşe-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Nîsana 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Gelhat Bêrîtan

Nav paşnav: Şervan Atîlla

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Emîne-Hakîm

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Nîsana 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Mervan Serhat

Nav paşnav: Adem Akyol

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Melîha-Şemsettîn

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Nîsana 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Reşo Kûrî

Nav paşnav: Ayetûllah Cengîz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Sadîse-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Nîsana 2019'an / Xakurkê

Argeş Pîrî (Şadî Onal) sala 1992'an li nava malbateke welatparêz li Colemêrgê ji dayik bû, bi welatparêziya Colemêrgê mezin bû. Hevrêyê me Argeş ku zext, înkar û polîtîkaya tinekirinê ya dewleta Tirk a faşîst ji nêz ve dît, slaa 2008'an mîna gelek ciwan û malbatên Kurd êşkence li wan hate kirin. Hevalê me Argeş ku ji aliyekî ve êşkenceya bi rêk û Pêk a sîstemê dît, li aliyekî jî şahidî ji êrişên tinekirinê re kir. Ji ber êşkence, zilm û zexta ku dewleta faşîst li gelê Kurd kir, hevrêyê me Argeş ji bo hilanîna tolê, di 2015'an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Di siyaseta legal de wezîfeyên girîng da ser milê xwe. Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kedkarî, xebatkarî û dilsoziya bi hevrêyên xwe re bû yekî ku di nava hevalên xwe de tê hezkirin. Hevalê me Argeş ku neferekî doz û dilsoziya welatê xwe bû, ji sala 2015'an û pê ve tevlî gelek karî bû.

Hevalê me Gelhat Bêrîtan di nava malbateke welatparêz de li Colemêrgê ji dayik bû. Hevalê me Gelhat sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta TC a faşîst ên li hemberî gelê Kurd kir zû nas kir. Ji bo azadiya gelê Kurd û nirxên xwe di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Serbilindiya cografyaya xwe her tim di dilê xwe de hîs kir û di şer de bû gerîlayekî xurt. Li her qada ku lê ma bi rengekî çalak tevlî şerê dijî dijmin bû û heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.

Hevalê me Mervan Serhat li Wanê ji dayik bû û ji ber ku li Kurdistanê mezin bû rastiya dijmin jî bi çavên xwe dît û bi wî rengî mezin bû. Dît ku heta dawî li faşîzm û dagirkeriya TC neyê anîn, wê gelê Kurd azad nebe û li ser vê bingehê sala 2014'an tevlî nava refên azadiyê bû. Dema ku di nava refên gerîla de bû li her qadê bi fedakariyeke mezin têkoşiya. Di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şarza û di pêvajoya şer de bû yek ji hevalên me ku bi rengekî çalak tevlî bû. Li herêma Xakurkê heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd ranewestiya û xwe fedayî dozê û gelê xwe kir.

Reşo Kûrî (Ayetûllah Cengîz) ku sala 1992'an li navçeya Çinar a Amedê ji malbateke welatparêz ji dayik bû, zû hînî têkoşîna kedê bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku di zarokatiyê de bihîstibû piştî sala 2007'an ji nêz ve şopand û li Zanîngeha Mersînê ku dewleta Tirk a faşîst weke navendeke polîtîkayên asîmîlekirin û qirkirina Kurdan bi kar tîne, rastiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Kurdistanê nas kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Reşo di sala 2014'an de tevlî nava refên PKK'ê bû û heta kêliya dawî wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk anî. Hevrêyê me Reşo ku bi dilsoziya bi hevrêyên xwe, bi kedkarî û wêrekiya xwe dihate naskirin, di nava gerîla de li ser şopa Gûrbetellî Ersoz û Halîl Dagan meşiya û kevneşopiya çapemeniya azad dewamkir. Hevrê Reşo ku di nava hevalên de xwe de cihê hurmetê bû, bi dilnizmiya xwe her demê bû neferekî çalak ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û mîsyon û rola xwe timî bi cih anî. Piştî sala 2015'an li dijî dewleta Tirk a faşîst ku li ser bingeha konsepta dagirkerî û tinekirinê êrişî Kurdistanê kir, her tim li eniya pêş cih girt û xwest derbê li dijmin bixe. Bi Hêrseke mezin li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û dagirker tevgeriya û di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de bû xwedî têkoşîn û berxwedaneke mezin.

Di serî de malbatên me yên hêja yên Onal, Atîlla, Akyol û Cengîz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ku xeyala şehîdan bû bi serketinê tacîdar bikin û xeyala jiyana azad a bi Rêber Apo re pêk bînin."