HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 86 caran hatin bombekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 18 û 19'ê Nîsanê de qadên berxwedanê 86 caran hatine bombekirin.

HPG'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û ji bo îdîayên medya Tirk ên ku dibêjin '6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane', diyar kir ku 'derew' e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker 18'ê Nîsanê êrîşeke hewayî ya berfireh li Garê kir. Gelek qadên Garê û gundên li derdorê 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Wezareta şerê taybet îdîa kir ku di van êrîşan de 6 windahiyên me hene. Lê belê di van êrîşên hewayî de ti windahiyên me nîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin derewên şerê taybet ên rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst."

HPG'ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

18'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18'ê Nîsanê qada Girê Biharê, zeviyên gundên Kanîsarkê, Yekmalê, Gûzê, Şiyê, Zêvkê, Sêdarê yên Garê, quntara Sîserê, qadên Girê Egîd û Deşta Kafya 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18 û 19'ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 4 caran bi helîkopterên êrîşê, 57 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."