HPG: Helîkopterek hate xistin, 7 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin

Dagirkeran bi sedan obus, hawanan, 46 caran bi balefiran û 33 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin. Li hemberî van êrîşan çalakiyên gerîla jî bênavber didome. Di çalakiyan de helîkopterek hate xistin, 7 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Çalakiyên hêzên me yên ji bo silavkirina salvegera 18’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê didome. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan obus, hawanan, 46 caran bi balefiran û 33 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin. Li hemberî van êrîşan çalakiyên gerîla jî bênavber didome. Di çalakiyan de helîkopterek hate xistin, 7 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate îmhakirin.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê

Di 1’ê Hezîranê de saet di 12.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora Geliyê Girê Azad dane û bi xurtî li hedefan hatiye xistin.

Di 1’ê Hezîranê de saet di 21.30’an de hêzên me bi çekên şexsî û bombeyên destan li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Zemanî ya Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Di 2’ê Hezîranê saet di 02.00’an de dema ku helîkopterên êrîşê xwestine Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bomberdûman bikin, hêzên me ji du aliyan ve li helîkopteran dane. Helîkopterekê derbeke giran xwar û dema ku xwest ji qadê derkeve, li dora Qada Berxwedanê kete erdê û îmha bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 1’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de dagirkeran xwestine darên li dora berpalên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibirin. Hêzên me li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

Di 1’ê Hezîranê de saet di 17.20 û 22.10’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên şexsî û sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Rêber a Qada Berxwedanê ya Karker dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 1’ê Hezîranê de saet di navbera 14.30 û 20.00’an de dagirkeran dema ku xwestin bi teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn biteqînin, hêzên me du caran bi çekên giran li wan dan. Piştî vê mudaxeleyê dagirker neçar mane, qedemeyekê vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Mereşê ya Şehîd Savaş li herêma Zapê;

2’ê Hezîranê saet 05:10’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Savuşka yên herêma Berxwedana Girê Cûdî ji her du aliyan ve ji aliyê tîmên me yên nîv-tevger hatine hedefgirtin. Di vê çalakiyê de ku koma çalakiyê ya yekem û duyemîn ji nêz ve bi çekên şexsî û bombeyên destan li dagirkeran xistin de, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeperek hate rûxandin. Piştî çalakiyê, dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 1’ê Hezîranê de qadên Şikeftan Birîndara, Karker, Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn ên herêma Zapê û qada Berxwedana Werxelê ya Avaşînê 33 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

1’ê Hezîranê qadên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Bihar, Kurojahro, Şehîd Şemdîn, Şehîd Tolhildan, Şehîd Şahîn, Çemço û Sîda yên herêma Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê, bi sedan caran bi obusan ji qereqolên li ser xeta sînor û balafirên şer 25 caran hatin bombekirin.

Di 1’ê Hezîranê de derdora gundên Deşîşê, Seraro, Êdînê yên herêma Metîna, her wiha herêmên Girê Hakkarî, Girê Ortê, Serê Metîna û Şehîd Zemanî bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran obus û 17 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.

1’ê Hezîranê saet 10.00’an gundê Yekmalê yê herêma Garê bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 1’ê Hezîranê de gundê Şêxan ê Kalatuka ya Qendîlê 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.”