HPG: Em Zinar Sason bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê diyar kir ku di êrîşa hewayî de ya li dijî Zapê gerîlayê bi navê Zinar Sason şehîd bûye û got ku “Hevrê Zinar li Zagrosan fermandarekî pêşeng bû û dilê hemû hevalan de cih girtibû.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî kiribû. Di vê êrîşê de hevalê me Zinar Sason (Fadil Ekîncî) birîndar bûbû û di 6’ê Nîsanê de şehîd bû. Nasnameya hevalê me Zinar wisa ye:

Nasnav: Zinar Sason

Nav û paşnav: Fadil Ekîncî

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Remziye – Mehmet Tayyip

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Nîsana 2020’an – Zap

Dîrokê de de gelên bindest her dem neheqiyeke mezin li wan hatiye kirin û hemû mafê wan ji destê wan hatiye stendin. Vê pergala bê edalet û xedar, bi modernîteya kapîtalîst re formeke nû wergirtiye. Bi çekên teknolojîk, kîmyeyî û qetlîaman gel hatine qirkirin. Herî zêde jî li ser gelê Kurd ev qirkirin hatiye kirin. Bi avabûna PKK’ê re têkoşîna azadiyê ya Kurdan ketiye asteke nû û ji bo bidawîkirina dagirkeriya li ser Kurdistanê têdikoşe. Dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina têkoşîna PKK’ê gelek planên qirêj pêk aniye lê Tevgera Azadiyê roj bi roj mezin bûye û gihiştiye milyonan.

Hevrê Zinar ê ku li Êlihê ji dayik bûye , di temenekî ciwan de bûye şahidê êşkenceya dijmin. Rêheval Zinar tevî malbata xwe koçî metrepolan dike û rastî dijwariyan tê. Rêheval Zinar bi kîna li dijî dijmin di sala 2008’an de tevlî nav refên PKK’ê dibe.

Hevrê Zinar bi şervanî û kedkariya xwe dihate nasîn, ji roja ku tevlî nav refan bûye li Zagrosan peywirên girîng wergirtiye. Bi îdeolojiya Rêbertî xwe xurt kiriye û rêhevalên li ba xwe jî perwerde kiriye. Rêheval Zinar li Zagrosan fermandarekî pêşeng bû û dilê hemû hevalan de cih girtibû.

Malbata hevrê Zinar di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna rêhevalên xwe yên şehîd bigihînin serfiraziyê.”