Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"13'ê Gulana 2019'an di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de li herêma Zagrosê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Awat ê fermandarê pêşeng, hevrêyên me Brûsk, Hebûn, Nûman û Şoreş şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
|
Nasnav: Awat Mahabadî
Nav paşnav: Mesût Seyîd Ahmedî
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Dayik-Bav: Meryem-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros
|
|
Nasnav: Brûsk Garzan
Nav paşnav: Yûsûf Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Besîra-Bozettîn
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros
|
|
Nasnav: Hebûn Baz
Nav paşnav: Vedat Sar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hamdiye-Feyzûllah
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros
|
|
Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Firatkan Ozer
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûliye-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros
|
|
Nasnav: Şoreş Reşan Colemêrg
Nav paşnav: Kadîr Alîm
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gulaftûn-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros
|
Hevrêyên Me Awat, Brûsk, Hebûn, Nûman û Şoreş li çar parçeyên Kurdistanê bi hestên welatparêziyê mezin bûn û bi daxwazeke mezin tevlî nava têkoşîna hesabpirsîna ji dijminê kujer-qirker bûn. Em wan hevrêyên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Dema ku di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn bi jiyana xwe ya dilnizm, pakbûna têkiliyên xwe yên hevrêtiyê û hêrsa xwe ya li dijî dijmin wê her tim bên bîranîn. Ev hevrêyên me yên hêja ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bêrawestan tevlî nava têkoşînê bûn û bi rengekî fedayî berê xwe dan serketinê. Ew leheng in ku welatparêzî û hezkirina welêt, kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê û cewhera fedayîtiyê ya Apoyî di kesayetî û têkoşîna xwe de bi cih kirin. Xwedîderketina li bîranînên şehîdan û hildana ala azadiyê ya ku wan ji me re hiştine, wezîfeya me û ciwanên Kurd ên welatparêz e.
Di serî de malbatên hêja yên Ahmedî, Yilmaz, Sar, Ozer û Alîm em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna tolhildanê ya şehîdan, têkoşîna azadiyê heta serketinê bidomînin."