HPG: Em şehîdên Xakurkê bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ên ku li Xakurkê şehîd bûne. HPG’ê got ku “Em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ên ku di 22’ê Hezîranê de şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 22’ê Hezîrana 2019’an de artêşa Tirk a dagirker bi balefirê şer qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû. Di vê êrîşê de rêhevalên me Faraşîn, Ferhat, Gulistan, Levent û Simko şehîd bûne. Nasnameya hevalê me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Faraşîn Baz
Nav û paşnav: Çîgdem Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Hatûn - Nûrî
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2019’an/Xakurkê

 

Nasnav: Ferhat Kato
Nav û paşnav: Orhan Araç
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Saadet - Celal
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2019’an/Xakurkê

 

Nasnav: Gulistan Kendal Urfa
Nav û paşnav: Merve Kandar
Cihê jidayikbûnê: Osmaniye
Navê dê û bav: Zelîha - Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2019’an/Xakurkê

 

Nasnav: Levent Sîverek
Nav û paşnav: Arîf Kokşah
Cihê jidayikbûnê: Urfa
Navê dê û bav: Aliye - Seydo
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2019’an/Xakurkê

 

Nasnav: Simko Rojhilat
Nav û paşnav: Bedler Yûsûfî
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye 
Navê dê û bav: Caziye - Ferzende
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2019’an/Xakurkê

Hevrêyên me Faraşîn, Ferhat, Gulîstan, Levent û Simko ku her yek ji wan li bajarekî cuda yên Kurdistanê ji dayik bû û bi welatparêziyeke xurt mezin bû, ji bo hesab ji dewleta TC a dagirker bipirsin bi daxwaz û rûmeteke mezin tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bûn û bi sekna xwe ya bi biryar, bi jiyana xwe ya dilnizm û kesayetiya xwe ya kedkar her tim bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta TC a dagirker ku li herêma Xakurkê dest pê kir, di çeperan de bi rengekî lehengî şer kirin. Hevrêyên me ku ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bênavber têkoşiyan, di vê oxirê de kesayetiya xwe ya fedayî derxistin pêş û bi berxwedêriya qewîn a PKK'ê derbên giran li dijmin xistin. Ji bo me û ciwanên Kurd ên welatparêz wezîfeya yekane ye ku xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên fedayî û nirxên wan derkevin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."