HPG: Em fermandarê mezin Têkoşer Gever bi hurmet bi bîr tînin

HPG’e diyar kir ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Têkoşer Gever (Muslih Îke) sala borî di êrîşeke hewayî de şehîd bûye û got ku “Wekî rêhevalekî pêşeng di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe girtiye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 20’ê Tebaxa 2019’an de di êrîşa hewayî de Têkoşer Gever (Muslih Îke) şehîd bûye. HPG’ê di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir:

“Dewleta Tirk a dagirker ya ku di sala 2019’an de êrîşên xwe yên li ser tevgera me û partiya me zêde kiriye û bi sozên têkbirina PKK’ê hewl dide xwe li ser lingan bigire, li hemberî berxwedana mezin a gerîlayên Kurdistanê têk çûye.

Bi saya berxwedana gerîlayên Kurdistanê operasyonên dagirker ên li dijî Bakur û Başûrê Kurdistanê hatine pûçkirin. Artêşa Tirk a dagirker her carê derbên giran xwar û li hemberî ruhê berxwedêr ê fedaî yê Apoyî li ber xwe nedaye û derbên giran ên dîrokî xwariye.

Bêguman mîmarên vê berxwedana dîrokî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker şehîdên me yên qehreman in ên ku bi fedaî şer dikin. Yek ji berdêla ku me daye, hevalê me Têkoşer Gever (Muslih Îke) ye yê ku di 20’ê Tebaxa 2019’an de di êrîşa hewayî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Têkoşer Gever

Nav û paşnav: Muslih Îke

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dê ûbav: Mahbûb – Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Rêheval Têkoşer di sala 1993’an de tevlî nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye û demeke dirêj li qadên şer têkoşiyaye. Rêheval Têkoşer bi baweriyeke mezin girêdayî gel, partî, şehîdan û Rêber Apo bû, herî dawîn jî heta peywira Konseya Leşkerî ya HPG’ê hemû peywirên xwe bi serkeftî pêk anîbû.

Heval Têkoşer pratîka xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li Zagrosê dabû destpêkirin û karakterê xwe yê dînamîk û çalak xwe bi pêş ve bir û qada Botanê di di nav de li gelek qadên şer têkoşiyaye. Rêheval Têkoşer tevlî çalakiyan bûye û bi ruhekî mezin ê êrîşî bûye fermandarê gelek çalakiyên li dijî dijmin. Rêheval Têkoşer gelek caran birîndar bûye lê tu carî li paş nemaye.

Rêheval Têkoşer ê ku fermandarekî jîr û taktîsyenekî xurt e, bi çalakiyên li ser avakirina nû li dijî hewldanên dijmin ên dagirkirinê bandoreke mezin kiriye.

Rêheval Têkoşer li her qadan bûye milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo, di şertên herî giran de dev ji xeta Rêber Apo û ya şehîdan bernedaye. Rêheval Têkoşer bi helwesta xwe ya bi coş û bi moral, yeko yeko bi şervanên xwe re eleqedar bûye û tecrubeya xwe daye wan.

Malbata hêja ya Îke di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hemû hevalên xwe yên şehîd de, têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin serfiraziyê.”