HPG: Em ê li ser rêya azadiyê ya şehîdan bimeşin

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ên ku li Wanê şehîd bûne. HPG’ê got ku “Em ê alaya têkoşînê ya şehîdên xwe bilind bikin û em ê li ser rêya azadiyê ya şehîdan bi biryardarî bimeşin.”

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ên ku li Wanê şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Me di daxuyaniya xwe ya di 25’ê Îlone de diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker li zozanê Arpetê ya Westana Wanê operasyoneke dagirker dabû destpêkirin û di vê operasyonê de 5 rêhevalên me şehîd bûne. Di vê operasyonê de fermandar Cîgerxwîn (Îbrahîm Çogaltay), Egîd (Farûk Basût), Artos (Bayram Başkale), Delîl (Dervîş Aydin) û Şahan (Celal Çevîk) bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 

Nasnav: Cîgerxwîn Ozan

Nav û paşnav: Îbrahîm Çogaltay

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Şefîka – Mehmet Cemîl

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Îlona 2019’an/Wan

 

 

Nasnav: Egîd Timok

Nav û paşnav: Farûk Basût

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Hakîme Omer

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Îlona 2019’an/Wan

 

 

Nasnav: Artos Sîpan

Nav û paşnav: Bayram Başkale

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Hamîde - Sabrî

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Îlona 2019’an/Wan

 

 

Nasnav: Delîl Gabar

Nav û paşnav: Dervîş Aydin

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Besna – Halîl

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Îlona 2019’an/Wan

 

 

Nasnav: Şahan Zagros

Nav û paşnav: Celal ÇEvîk

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Kiymet - Cemal

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Îlona 2019’an/Wan”

 

Em diyar dikin ku em ê alaya têkoşînê bilind bikin a ku rêhevalên me yên şehîd ji me re hiştine. Em ê li ser rêya azadiyê ya ku şehîdên me vekirine jî bi biryardarî em ê bimeşin. Malbatên hêja yên rêhevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”