HPG’ê şehîdên Cûdî û Geverê bi bîr anî

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd ên li Gever û Cûdî eşkere kir. HPG’ê şehîd bi hurmet bi bîr anî û got ku “Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya şehîdên xwe bigihînin serfiraziyê.”

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 gerîlayên şehîd ên li Gever û Cûdî eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di daxuyaniya me ya di 21’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 18’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Talê ya Gevera Colemêrgê êrîşeke hewayî kiribû û di vê êrîşê de 2 rêhevalên me şehîd bûne. Di van êrîşan de rêhevalên me Sînan (Vedat Bîngol) û Zagros (Serhat Kaya) tevlî nav refên şehîdan bûne.

Di daxuyaniya me ya di 29’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 27’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Navsera Cûdî ya Cûdî ya li Şirnexê operasyonek daye destpêkirin û di 28’ê Tîrmehê de jî êrîşên hewayî kiriye. Di van êrîşan de rêhevalên me Serhildan (Mûhammed Şîrîn Anakîn), Şervan (Zindan Şeveşoglû) û Şevger (Mehmet Ozgur Otlaz) şehîd bûne.

‘EM Ê ALAYA WAN A TÊKOŞÎNÊ BIGIHÎNIN SERFIRAZIYÊ’

Rêhevalên me Sînan û Zagros di demên cihê de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne. Rêheval Sînan û Zagros qirkirina li ser gelê Kurd qebûl nekirine û bi awayekî çalak tevlî nav refên gerîlayan bûne. Li Çiyayên Zagrosê li hemberî dijmin şer kirine û bûne xwediyên keda pîroz. Xeta berxwedanê ya rêheval Sînan û Zagros ji me re bûye mînak.

Rêheval Serhildan, Şervan û Şevger jî li bajarê Şirnexê yê Botanê ji dayik bûne û li hemberî konsepta îmhakirinê ya dewleta Tirk a dagirker tevlî nav refên gerîlayan bûne. Rêhevalên me li ser axa ku ji dayik bûne, têkoşîneke bi rûmet kirine û li Çiyayê Cûdî li hemberî dagirkeran bi qehremanî şer kirine.

Malbatên hêja yên rêhevalên me yê li Gever û Cûdiyê şehîd bûne di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya ku şehîdan dane me, em ê bigihînin serfiraziyê.

NASNAMEYA GERÎLAYAN

Nasnav: Sîna Rapo

Nav û paşnav: Vedat Bîngol

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê dê û bav: Selma – Hulkî

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tîrmeha 2019’an/Gever

Sînan – Vedat Bîngol

Nasnav: Zagros Sînan

Nav û paşnav: Serhat Kaya

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dê û bav: Semîhe - Osman

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tîrmeha 2019’an / Gever

Zagros – Serhat Kaya

Nasnav: Serhildan Cûdî

Nav û paşnav: Mûhammed Şîrîn Anakîn

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Xezal - Abdullah

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmehê 2019’an/Cûdî

 

Serhildan – Mûhammed Şirîn Anakîn

Nasnav: Şervan Delîla

Nav û paşnav: Zindan Şeveşoglû

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Turkan – Gazî

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmehê 2019’an/Cûdî

Şervan – Zindan Şeveşoglû

Nasnav: Şevger Çiya

Nav û paşnav: Mehmet Ozgur Otlaz

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Aynûr - Yûsûf

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Tîrmehê 2019’an/Cûdî

Şevger – Mehmet Ozgur Otlaz"