BI DÎMEN

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyê me Şervan ala serketinê ya ku Rojhat û Erdalan hildayî, ji Doga, Helmet û Serxwebûnan dewr girt û gihand lûtkeyeke nû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de şehîd bû, ev tişt diyar kirin:

“Di daxuyaniya ku me 18’ê Sibatê 2024’an dayî de; me ji gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re ragihandibû ku hevrêyê me Şervan Varto di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de şehîd bû.

Ewladê hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Şervan weke ciwanekî Kurd ê ku dilê wî ji bo azadiyê lêdide, tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûn, fedekarî, hevrêtiya xwe ya samîmî û meşa xwe ya li ser xeta fedayîtiyê bû mîlîtanekî Apoyî yê hêja. Ji bo doza azadiyê ya gelê me bigihîne serketinê her wezîfeya xwe bi biryardarî xiste pratîkê. Li Zapê ku cihê dawî yê wezîfeya wî bû, hevrêyê me Şervan bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bû. Şêwazê fetih û cesareta xwe ya bilind di kesayeta xwe de kir yek û bi profesyonelî bi ser dijmin de çû. Hevrêyê me Şervan bi gerîlatiya xwe ya bi hostayî derbeya giran li artêşa dagirker xist û baregeha ku dijmin lê bi cih bûbû fetih kir û serketineke dîrokî bi dest xist. Hevrêyê me Şervan di vê operasyona şoreşgerî de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Nîşanî dost û dijmin da ku ti artêşeke dagirker nikare xwe li ber hêza gerîla ya profesyonel a xwedî ruhê fedayî yê Apoyî, bigire. Navê xwe di dîroka têkoşîna me de da nivîsandin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Şervan, em ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Şervan Varto bi vî rengî ne:

Nasnav: Şervan Varto

Nav û Paşnav: Adil Elî Mûradî

Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro

Navê Dayik – Bav: Atiye – Mihemmed Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Sibata 2024’an / Zap

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi sedan salin di bin dagirkeriyê de ye û rû bi rûyê gelek komkujiyan maye, li dijî hemû êrîşên qirkirinê bi îradeyeke xurt li ber xwe da û ziman, çand û nasnameya Kurdî heta roja me ya îro anî. Dagirker çiqas êrîş dikin bila bikin gelê me yê Rojhilat amade ye ku ji bo parastina cewherê xwe her cure berdêlê bidin. Lewma ti carî xwe ji ti fedakariyê neda paş. Bi serhildanan bersiva herî bi wate da êrîşên qirkirinê, ewladên xwe yên herî hêja şand çar parçeyên Kurdistanê û meşaleya azadiyê ya li welatê me gihand lûtkeya herî jor.

Hevrêyê me Şervan jî ku yek ji ewladên egîd ê Rojhilatê Kurdistanê ye, li bajarê Ciwanro ku kevneşopiya welatparêziyê lê serwer e, ji dayik bû. Hevrêyê me bi terbiyeya ku ji malbata xwe wergirtî mezin bû, ji ber ku derdora wî welatparêz bû di temenekî zû de ket ferqa Kurdîtiyê. Hevrêyê me Şervan dizanî ku ewladê gelekî di bin xeteriya qirkirinê û welatekî di bin dagirkeriyê de ye û bi vê zanebûnê mezin bû. Her tim di ferqa vê rastiyê de tevgeriya û li gorî vê jiya. Li dijî polîtîkayên Îranê yên bişaftinê yên li dijî ciwanên Kurd timî hişyar bû. Hevrêyê me Şervan bi taybetî pir zû ket ferqa polîtîkayên li Kurdistanê pêşxistina madeyên hişbir û fûhûşê û bi vî rengî ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê dûr bikin, li dijî van polîtîkayan rabû û ket lêgerîna azadiyê. Hevrêyê di pêvajoya lêgerînê de rastiya Rêber Apo, PKK û gerîla nas kir. Bawer kir ku têkoşîna me ya bi pêşengiya Rêber Apo wê bi ser bikeve. Hevrêyê me Şervan weke ciwanekî çiyayî yê Kurd ti carî fêrî jiyana bajêr nebû, li gund û çiyayê ku xwe lê azad hîs dikir demek dirêj jiyan kir. Hevrêyê me ev pêvajo weke demên herî bi wate ya jiyanê nirxand û dîsa di vê pêvajoyê de derfet dît ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas bike. Hevrêyê me ji jiyana gerîlayên ku destpêkê dîtî, têkîliyên wan ên hevrêtiyê û têkoşîna wan a fedayiyane bandor bû û di demeke kurt de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Şervan bersiva lêgerînên xwe yên têkildarî têkoşîn û jiyana nû û azad di nava refên PKK’ê de dît û ji bo ku demildest tevlî nava refên gerîla bibe ket nava hewldanan. Lê hevrêyê me ji ber hin pirsgirêkan nekarî vê xwesteka xwe pêk bîne û ti carî dest ji armanca xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla berneda û lêgerînên xwe domand. Hevrêyê me di sala 2015’an de di firsenda destpêkê ya dîtî de tevlî nava refên gerîla bû û bi çiyayên serhildêr ên Kurdistanê re hat ba hev.

Hevrêyê me Şervan perwerdeya xwe ya şervanê nû li herêma Qendîlê dît. Ji ber ku ciwanekî çiyayî yê Kurd bû, di fêrbûna jiyana çiyê de zehmetî nekişand. Hevrêyê me bi perwerdeyên wergirtî çand û exlaqê partiya me PKK’ê bi dest xist û di demeke kurt de bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêyê me Şervan bi hêrsa xwe ya li hemberî dijmin û heskirina azadiyê ya di dilê wî de kir ku hevrêyê me Şervan pir zû xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş bixe û bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Şervan bi vê taybetmendiya xwe rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir, fêm dikir ku divê bibe layiqê hevrêyên xwe. Timî esas girt ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me li gireke herêma Qendîlê dest bi pratîka xwe ya destpêkê kir û di demeke kurt de baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Lewma hevrêyê me tevlî xebatên binesaziyê yên stratejîk bû û qasî salek û nîv di van xebatan de ma. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bê kêmahî bi cih anî. Hevrêyê me heta ku xebateke ku têde cih girtî bi serketî bi dawî neke, nedisekinî. Bi cidiyeta xwe ya di xebatê de taybetmendiyên mîlîtaniyê yên Apoyî di kesayeta xwe de şênber kir. Hevrêyê me çiqasî bi serketî jî be, ti carî xwe bes nedît û timî di nava lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe mezin bike.

Zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ku vediguhere êşkenceya sîstematîk, hêrsa hevrêyê me Şervan a li hemberî dewleta Tirk a dagirker her ku diçû zêdetir kir. Hevrêyê me Şervan tim dixwest ji êrîşên dijmin re bibe bersiv û ev yek ji bo xwe weke helwesteke leşkerî dît û girêdayî vê yekê derbasî herêmên ku şer lê zêde bû. Li gorî hevrêyê me bersivdayîna êrîşên dijmin diviya li ser xeta fedayîbûnê be û anî ziman ku ev yek bi jiyana fedayî pêk tê. Hevrêyê me ji bo vê yekê xwe zêdetir perwerde kir û yekbûna xwe ya bi felsefeya Rêber Apo re û rastiya jiyana azad a ku ji aliyê şehîdên me ve hatiye afirandin, pêk anî. Li gorî hevrêyê me Şervan ji bo ku têkoşîna me ya azadiyê li dijî dagirkerî û êrîşên dijmin bi ser bikeve, divê gerîla ji hemû derfetên heyî sûd werbigire û di vê çarçoveyê de bû xwedî rol û kedeke mezin. Hevrêyê me Şervan di gelek çalakiyan de ku gerîla xwe ji nû ve ava dikir û derbên giran li dijmin dixist, xwedî kedeke mezin bû û ji bo ku xebatên ku têde cih digirt zêdetir pêş bixe û ji pêdiviyên serdemê re bibe bersiv kedeke bêhempa nîşan da.

Hevrêyê me li dijî êrîşên dijmin ên li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên ji sala 2021’an û heya niha di tunel û qadên şer de cihê xwe di nava tîmên pispor de girt. Hevrêyê me bi her awayî hevrêyên xwe hîs dikir, di tekoşînê de bi awayekî aktîf cih girt. Bi coş û kelecaneke mezin beşdarî berxwedana li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagrosê bû ku dewleta Tirk her cure çekên kîmyewî û qedexe li wir bi kar dianî. Hevrêyê me Şervan ala berxwedanê ya ji hevrêyên me Delîl, Dîdar, Guven, Berfîn, Andok, Helmet, Şahîn, Adar, Doga, Serxwebûn, Milîtan, Welat û Rizgar teslîm girt û bi heman hişmendî, bawerî û armanca van hevrêyên bi awayekî bê tirs derket li hemberî dijmin û li ber xwe da. Di dilê xwe de bîranînên hevalên xwe yên fedayî  bi cih kir û bi vê yekê bidestxistina çeperên dijmin ji xwe re kir armanc. Hevrêyê me Şervan di operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de ya di 17’ê Sibata 2024’an de bi ruhê fedayî yê Apoyî kete heya çeperên dijmin û derbeyeke giran li dijmin xist.  Hevrêyê me Şervan ala serkeftinê ya ku hevrê Rojhat û Erdalan bilind kirin, ji hevrê Doga, Helmet û Serxwebûnan dewr girt û ala serkeftinê gihand lûtkeyeke nû. Em weke hevrêyên wî soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Şervan dewrî me kiriye, di şexsê wî de û bi hişmendiya layiqbûna hemû şehîdên me, bigihînin serkeftinê.”