HPG'ê nasnameya du gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûbûn eşkerekir

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku li Amanosê di şerekî de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir 20’ê Mijdarê li Amanosê di şerê dijî artêşa Tirk de du gerîla jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê derbarê şer û gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha got:

“20’ê Mijdarê li qada Geliyê Şehîd Dijwar a navçeya Hassa ya Hetayê yekîneyeke me û artêşa TC’ê ya dagirker li rasta hev hatine. Di navbera hêzên me û hêzên dijmin de şerekî giran çêbûye. Di vî şerî de hevrêyên me Amed û Baran li dijî dijmin bi lehengî şer kirine û şehîd bûne. Di şer de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne nehatiye zelalkirin.

Hevalê me Baran Amanos 2007’an ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nav refên PKK’ê bûbû û di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe standibû. Hevrêyê me Baran ji roja ku tevlî nav refan bûyî ve bûye xwedî helwesteke wiha ku bi hemû hêza xwe xizmetê ji gel û şoreşê re kiriye û bi xisletê xwe yê têkoşer û rawestîna wî ya li ser serkeftinê kiriye ku hemû heval bihesilin wî. Bi helwesta xwe ya şoreşger a û bi hêza xwe ya çaserseriyê ya li baran kêşeyan devera ku lê ye xurt kiriye.

Hevalê me Amed Rêdûr ê ji Mêrdînê 2008’an ji Stenbolê tevlî nav têkoşîna azadiyê bûye. Hevalê me Amed ku di li devereke kapîtalîzm mirov xilas dike biryara têkoşînê dayî, di maweya têkoşînê de helwesta milîtaniya fedayî daye ber xwe. Li dijî dijwariyan xwedî helwesteke têkoşer bû û bi devlikeniya xwe bûye karekterekî mînak ê milîtanî.

Hevrêyên me Baran û Amed ku ji Rojava û Bakurê Kurdistanê tevlî têkoşînê bûbûn bûne milîtanên birûmet ên ked û têkoşînê. Di şexsê du hevrêyên me de em hemû hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr tînin û em sond dixwin ku di her şert û mercî de têkoşînê geş bikin.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Amed Redûr
Nav û Paşnav: Mehmet Emîn Ari
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Emîne - Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hatay / 20’ê Mijdar 2017

Nasnav: Baran Amanos
Nav û Paşnav: Ahmet Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik - Bav: Firyal - Cemîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Hatay / 20’ê Mijdar 2017