HPG’ê li ser tevgera leşkerî daxuyaniyek da

HPG’ê li ser nûçeyên demên dawî yên li ser sewqiyata hêzên PDK’ê ya li herêmên gerîla yên li ser çapemeniyê tên parvekirin daxuyanî da û got: “Ev hewldanên wiha yên ber bi qadên gerîla ve, xeteriyên cidî bi xwe re tîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev got: “Di nava van çend rojên borî de li ser çapemeniyê nûçeyên ku sewqiyata hêzên PDK’ê ya ber bi navendên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê ve cih digirin. Em dibînin ku bi taybet ev tevger li herêma Garê ya ku nêzî navçeya Akrê û Amêdiyê zêdetir bûye.

Hêza mijara gotinê 25’ê Cotmeha 2020’ê xwestine li deverên gerîla yên dikevin sînorê Akrê yê heman demê li herêma Garê ne bicih bibin û çeper çêbikin. Hêzên me yên gerîla yên li qadê ji bo hêzên PDK’ê hê zêdetir ber bi qadên gerîla ve neyên hişyariya pêwîst kiriye. Heman hêz saet 22:30’î balafirên dewleta Tirk a dagirker herêm bombe kiriye.

Destpêkê ji bo gelê xwe yê welatparêz ên herêmê û Başûrê Kurdistanê dibêjin ku; ev hewldanên ber bi qadên gerîla ve xeteriyên cidî bi xwe re tîne. Ji bo vê bang li gelê xwe dikin ku ji bo rawestandina van hêzên mijara gotinê û gelê me yê Kurdistan hestyar bin.”