HPG’ê li Lêlîkanê 5 çeperên dagirkeran  rûxandin

Gerîlayên HPG’ê: Li girê Lêlîkan yê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xist. Di çalakiyê de 5 çeperên dijmin hatin rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêma girê Lêlîkan a ser bi navçeya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê ye dest bi operasyona dagirkirinê kir û li girê Lêlîkan bi cih bûbûn. Li gir 6 çeperên Tirk hene.

Çavkaniyên herêmî  ragihandin ku gerîlayên HPG’ê îro li hemberî 6 çeperên leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlikan ê girêdayî herêma Sîdekanê bi cih bûyîn, çalakiyeke mezin lidar xistin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku di çalakiyê de 5 çeper bi temamî hatin rûxandin û ya din jî derbeke giran xwar.  Di çeperan de gelek leşker hatin kuştin, lê ji ber ku di dema çalakiyê de balafirên şer herêm bombebaran kirin, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di heman çalakiyê de gerîlayan çalakiya sekvaniyê pêk anîn û di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan tu daxuyanî nedaye.