HPG’ê li Ebexê li wesayîta leşkerî xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) ragihand ku, gerîla li navçeya Ebex a Wanê li dijî wesayîta leşkerî çalakiya sabotajê lidarxistiye û leşkerek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîla ya 25’ê Tîrmehê li navçeya Ebex a Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî  de ya li Eyaleta Serhedê hêzên me roja 25’ê Tîrmehê saet 23:30’an de li dijî wesayîteke leşkerî ya Amarok ku ber bi navenda navçeya Ebex a Wanê de diçû çalakiya sabotajê li dar xist.

Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin 3 leşker bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterea skorsky ji herêmê vekişand.

Roja 27’ê Tîrmehê saet 15:00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagiker bombe li herêma Sîda ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di bombebaranê de ti windahiyên me çênebûn.”