HPG'ê li Barzanê li 'Yekîneya veşartî' xist
Gerîlayên HPG'ê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li 'Yekîneya veşartî' ya artêşa Tirk xistin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG'ê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li 'Yekîneya veşartî' ya artêşa Tirk xistin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî da:
"Hêzên me li mintiqeya Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ku li Başûrê Kurdistanê ye, 2 rojan yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker şopand, ku vê yekîneyê kemîn datanî. Roja 26'ê Nîsanê saet 21:30'î, hêzên me li vê yekîneya veşartî xist. Di encama derbên giran de 3 leşkerên ji yekîneya dijmin hatin kuştin."