HPG'ê li Çelê û Sîdekanê lê da: 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê û Sîdekanê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"11'ê Sibatê saet 07:20'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekanê ku xaka Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li stargeheke dijmin a li ser gir hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir û bombe li derdorê barand. Di çalakiyê û bomberdûmana piştî çalakiyê de ziyan negihaşt hêzên me.

LI DIJÎ LEŞKERÊN LI SER GIRÊ XEREGOLÊ ÇALAKÎ HATE LIDARXISTIN

Êvara 11'ê Sibatê, li Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê liv û tevgereke zêde ya helîkopteran hebû. Saet 20:50'î di dema liv û tevgera helîkopteran de hêzên me li pîsteke helîkopterê û çeperên dijmin ên li Girê Xeregolê xistin. Di encama derbên giran de liv û tevgera helîkopteran a li herêmê sekinî. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşandin. Zerar li hêzên me nebû."