HPG'ê gerîlayên di operasyona Zapê de şehîd bûn bibîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên di operasyona Zapê de şehîd bûm bibîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên di operasyona Zapê de şehîd bûm bibîr anî.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
Artêşa TC a dagirker, ku roja 16'ê Hezîranê dest bi operasyona dagirkirina herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, piştî şerekî giran ê 23 rojan, neçar ma xwe vekişîne.
Operasyon ji bo dagirkirina Qela Bedewê, girên Şehîd Mûnzûr, Şehîd Xeyrî û derdora gundê Gijnê yên li Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin û hê di kêliyên destpêkê de rastî berxwedana gerîlayên me hat. Ji bo pûçkirina vê operasyona dagirkeriyê, hevrêyên me bi ruhê fedayî şer kirin, bi taktîkên gerîla pêşî li teknîka dijmin girtin û derbên giran li dijmin dan. Nasnameya hevrêyên me yên di vê operasyonê de şehîd bûne, wiha ye:
Nasnav: Andok Amanos |
Nasnav: Berxwedan Sîlopî |
Nasnav: Seher Çagla |
Nasnav: Stêra Jiyan |
Nasnav: Şaho Dalaho |