HPG'ê gerîla Armanc û Zinarîn bi bîr anî

HPG'ê gerîla Armanc û Zinarîn ku 19'ê Cotmehê li qada Boselê ya Heftanînê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî gerîlayên ku 19'ê Cotmehê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser qada Boselê ya Heftanînê şehîd bûbûn bi bîr anî.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: ''Hevrêyên me Armanc û Zinarîn di êrîşa hewayî a dewleta TC'ê ya dagirker, ya li ser qada Boselê ya Heftanînê 19'ê Cotmehê tevlî nav karwanên nemiran bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Armanç Welat
Nav û Paşnav: Orhan Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayikê-Bav: Zelux – Ahmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Hetanîn 19’ê Cotmeha 2020

 

Nasnav: Zinarîn Zinar
Nasnav: Selva Şêx Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayikê-Bav: Fatma – Şêx Muhammed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Hetanîn 19’ê Cotmeha 2020

 

Li dijî tevgera dagirker a rejîma faşîst a AKP-MHP'ê û hevkarên wê komên Kurd ên li ser xaka Başurê Kurdistanê, gerîlayên leheng ên Kurdistanê bi berxwedaniyeke dastanî bersiv dane, hemû planên dagirkeriyê pûç kirine û polîtîkayên gemarî yên dagirkeran û komên noker deşîfre kirine. Dewleta TC'ê ya dagirker bi çekên teknolojîk ên herî pêşketî yên ku ji dewletên rojavayî standî û bi seferberiya hemû derfet û delîveyan plansaziya wê daniye ku li dijî gerîlayên azadiyê serfiraziyeke bi erzanî bi dest ve bîne, daniye ber xwe ku hebûna gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê tine bike. Dewleta TC'ê ya dagirker bi desteka ji dewletên rojavayî û komên noker standî bawerî pê aniye ku gerîlayên azadiyê tine bike û li dijî gerîla bi hemû hebûna xwe seferber bûye. Eynî demê bloka faşîst a AKP-MHP'ê hevlayenî vê li dijî gelê Kurd hemû nirxên mirovî binpê kiriye û bi rengekî bêsincî bi hemû hêza dewletî êrîş biriye ser gelê me û hewl daye ku vîna azad a gelê me bişkîne. Bêguman ev hemû êrîş bêyî pejirandin û alîkariya dewletên rojayî nedikarîn bianîne. Li dijî vê koalîsyona gemarî ya li ser gelê Kurd û tevger azadiyê hem di qada siyasî û hem di qada leşkerî de gelê Kurd û zarên wan ên leheng bi yek dengî berxwedaniyeke dastanî danîne holê û çespandine ku ti caran wê teslîmbûnê û dagirkeriyê qebûl nekin. Di şesê Esmer û Rûsteman de ku di Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de bi lehengî şer kirin û nemir bûn, bi berxwedaniyeke helkehelkî li dijî dagirkeriyê perspektîfa têkoşînê danîne. Hevrêyên me Armanc û Zinarîn jî bi perspektîfa şehîdên me yên leheng bûne fedayî û fîşek di dilê dagirker û nokerên wan de çikizîne.

Hevrêyên me Armanc û Zinarîn li Rojavayê Kurdistanê ku bi berxwedaniya xwe cîhan heyranî wê maye jidayik bûne, li derdoreke welatparêz, berxwedanî bi dirûv bûne. Ev rêz û rêça berxwedanê û dilsoziya li welêt berê hevrêyên me Armanc û Zinarîn daye nav refên gerîlayên azadiyê. Li dijî êrîşên qirker ên dewleta dagirker a TC'ê ya li ser parçeyên Kurdistanê bi şêwazeke fedayî ya Apoyî li ber xwe dane, di eniya berxwedanê de bûne bersiv. Di berxwedana Cenga Heftanînê de bi fedekariye mezin, perspektîfa serdemê ya ku Esmer û Rûsteman bi berxwedana lehengî danîn holê, bi berxwedana bi şêwaza fedayîtiya Apoyî geş kirine û tacîdar kirine. Şêwaza têkoşînê ya hevrêyên me yên şehîdên leheng û giyanê wan ê fedayî yê serdemê, fermana serfiraziya teqez dide me hevrêyên mayî.

Di serî de malbatên hêja ên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê yê welatpêz, soz didin ku heta Rêbertiya Azad, Kurdistana azad ku şehîdên me yên leheng di vê rê de xwe feda kirine, pêk bînin bi biryardariyeke mezin em ê berxwedaniya xwe bidomînin.''