HPG'ê 2 gerîlayên li Elkê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê gerîla Qendîl Berxwedan û Tîrêj Zagros ên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, ku wê têkoşîna wan bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 19'ê Îlona 2019'an de me ragihandibûn ku di 17'ê Îlonê de saet 18:30'î artêşa Tirk a dagirker li qada Mezra Marînos a herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir û ji ber operasyonê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Qendîl Berxwedan

Nav paşnav: Muslum Mahmûd

Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah

Dayik-Bav: Rewşen-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Îlona 2019'an / Elkê

Nasnav: Tîrêj Zagros

Nav paşnav: Ercan Taş

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Fatma-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Îlona 2019'an / Elkê

Gerîlayên Kurdistanê li dijî şerê qirkirinê û komkujiyên ku hêzên dagirker li dijî gelê Kurd dikin, di nava şert û mercên herî giran de bi îradeyeke mezin û ruhekî fedayî mohra xwe diavêjin binê destanên lehengiyê.

Hevrêyên me Qendîl û Tîrêj jî ji parçeyên cuda yên Kurdistanê bûn milîtanên fedayî yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û di temenê ciwantiyê de bi polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me hesiyan, berê xwe dan qadên têkoşînê. Ji roja ku tevlî bûn û pê ve her tim bi fedakariyeke mezin wezîfeyên xwe bi ser xistin.

Hevrêyên me Qendîl û Tîrêj li her qada ku wezîfe lê kirin, bi fedakarî û xebatkariya xwe dihatin naskirin. Hevrêyên me Qendîl û Tîrêj her tim bi israr xwestin li Bakurê Kurdistanê têbikoşin û heta dema şehadeta xwe bi baweriyeke mezin bûn pêşengên dema nû û têkoşîna azadiyê.

Di serî de malbatên her du hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."