HPG'ê 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn, bi bîr anî

HPG'ê ragihand ku gerîla Destîna Esendere û Rojda Cizîr di payîza 2021'ê de li herêma Bestayê şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û li ser şehadeta 2 gerîlayan ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Eşkere bû ku hevrêyên me Destîna û Rojda, payîza 2021'ê de li herêma Bestayê di operasyona dijmin de şehîd bûne. Hevrêyên me Destîna û Rojda ku ji bo tola komkujiyên dewleta Tirk a qirker li gelê me kiriye hilîne tevlî nava refên gerîla bûn, bûn mînakên herî baş ên milîtaniya Apoyî. Herdu hevrêyên me weke fermandarên pêşeng ên YJA Starê wezîfeyên xwe yên demê bi rengekî serketî bi cih anîn. Van hevrêyên me yên hêja bi şehadeta xwe jî ferman dan me hevrêyên xwe ku têkoşînê mezintir bikin. Em herdu hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan ên ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên herdu hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Destîna Esendere
Nav paşnav: Besna Eraslan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Baran-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2021 / Besta

Nasnav: Rojda Cizîr
Nav paşnav: Mîhrîban Karadûman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Xezal-Omer
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2021'ê / Besta

DESTÎNA ESENDERE

Hevrêya me Destîna ku bi eslê xwe ji malbateke ji Rojhilatê Kurdistanê ye, li Geverê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, hevrêya me Destîna bi rengekî xwezayî bi çanda welatparêziyê mezin bû. Tevî ku li dibistanên dijmin xwend jî ku mîna navendeke asîmîlasyonê hatine birêxistinkirin, ti carî çanda koletiyê qebûl nekir ku dijmin li civaka me ferz dike. Hevrêya me Destîna ku daxwaza xwe ya azadiyê mezin bû, timî dikete nava lêgerînan. Li dibistanê di nîqaşên bi hevalên xwe re hewl dida ku rewşa gelê me di nav de ye fêhm bike, bi vî rengî têgihiştina têkoşîna azadiyê ya gelê me da bi dehan hevalên xwe. Sala 2014'an ku dijmin dixwest bi rêya komkujiyên hovane polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me bi ser bixîne, gaveke radîkal avêt û baweriya xwe bi wê anî ku tenê bi şerê li nava refên gerîla li dijî mêtingeriya Tirk têkoşîn dikare bê meşandin. Hevrêya me Destîna li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû û her roj bi jiyana xwe fêhm kir ku biryareke çawa rast wergirtiye.  Gerîla û jiyana li çiyê weke qadên yekane yên avabûna azadiyê pênase kir; wê bi xwe jî di her meşa gerîla de, di her çaya piştî westiyabûnê de, di her xwêdana ji eniyê diherikî de azadî hîs kir. Hevrêya me Destîna ku bi qasî hestên xwe hevrêtiya xwe jî kûr bû, hewl da ku her hevrêyeke/î xwe fêhm bike, nas bike û bi vî rengî bersivê bide hevrêtiya li nava partiya me ku nirxê herî bilind e. Bi jîrbûna xwe, tiştên di perwerdeyan de hîn bû xiste pratîkê, bi saya vê taybetmendiya xwe di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Ji bo xwe kir armanca bingehîn ku li ber ronahiya felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe perwerde bike. Hevrêya me Destîna ku di vê armanca xwe de serketî bû, bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû namzeteke fermandareke xurt. Ji ber êrişên DAÎŞ'ê li xeta Kerkûk û Mexmûrê ji bo parastina gelê me demekê li vê qadê ma, piştî ku wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî careke din vegeriya li çiyayên azad. Ji bo di Gerîlatiay Modernîteya Demokratîk de şareza bibe perwerdeya profesyoneliyê wergirt, di heman demê de tiştên di perwerdeyan de hîn bû bi hevalên xwe re parve kir û wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih anî. Ji bo dawî li êşa giran a gelê me bîne ku di bin zexta qirkirinê de ye, her tim berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Ji bo vê armanca xwe bi ser bixîne sala 2018'an derbasî herêma Botanê bû. Weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng li xaka Botanê bi îdîayeke mezin têkoşiya. Her kêliya xwe bi kûrbûna li ser têkbirina dijmin derbas kir. Ji bo vê jî li Botanê tevlî gelek çalakiyan bû û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi fîşekên ku diteqand nîşan da. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêya me Destîna bi têkoşîna xwe ji me hemûyan re bû mînak.

ROJDA CIZÎR

Hevrêya me Rojda li Cizîrê ku li dijî gotina 'ya hûn ê serî bitewînin ya jî hûn ê serî bidin' a dewleta Tirk her tim serê xwe bilind kir û ti carî dest ji doza azadiyê berneda, li nava malbateke welatparêz û dilsozê kevneşopiyên xwe ji dayik bû. Hevrêya me Rojda ku bi vê çand û hişmendiyê mezin bû, bi armanca tevlîbûna li nava refên gerîla mezin bû. Hevrêya me Rojda ku şahidî ji gelek komkujiyan re kir, bi taybetî dît ku çawa hewl didin ciwanên Kurd, jinên Kurd ji çanda wan qut bike. Çanda berxwedanê ya ciwanên Cizîrê roj bi roj ew hîn bêhtir nezî tevgera me kir. Di şerê me yê parastina hebûnê û misogerkirina azadiyê de cihgirtina jinan bi rengekî çalak, pêşengiya jinan bala hevrêya me Rojda kişand. taybetmendiyên civakî û welatparêziyê yên gelê me yê Botanê ku di vî şerî de ewladên herî bijarte û hêja da, li karaktera hevrêya me Rojda neqişîn. Hevrêya me Rojda timî ji xwe re kir armanc ku Rêberê me ji dîlgirtina fîzîkî bê rizgarkirin, tola şehîdên me bê hilanîn û hesab ji dijmin bê pirsîn. Bi vê armancê sala 2015'an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Li ser rêya bicihanîna xeyal û armancên xwe weke gava destpêkê perwerdeya bingehîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş û moraleke mezin wergirt. Bi tevlîbûna xwe ya çalak, zindî û bi daxwaz bawerî da hevrêyên xwe. Piştî perwerdeya bingehîn derbasî herêma Zapê bû. Li Zapê ku niha jî dîrokê dinivîsîne, bi tecrûbeyên wergirtî bû gerîlayeke şareza. Li cografya dijwar a Zapê ku bi hezaran salan ewladên xwe ji dagirkeran, ji zaliman parast, hevrêya me Rojda bi pêş ket, beşdarî gelek çalakiyan bû û bû xwedî sekneke xurt a fermandariya jinê.

Di tevlîbûna xwe de jî bi sekna xwe ya xwezayî, kedkar û fedakar, mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Hevrêya me Rojda bi çalakgeriya xwe li qada leşkerî xwe ispat kir û gihîşt wê baweriyê ku milîtaneke ne îdeolojîk nikare bi rengekî rast vî şerî bimeşîne. Bi perwerdeyên îdeolojîk re di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de ya Rêberê me kûrtir bû, xwe baştir nas kir û xwe gihand cewhera xwe. bi paradîgmaya Rêberê me, ji bo jiyana ku berevajî û bêwate hatiye kirin jinûve li jiyînê vegerîne, hêza afirîner a jinê bi kar anî û tevî hevrêyên xwe bû parçeyek ji xeleka rastiyê. Herêma Botanê bêguman herêmeke ku gelek gerîla dixwaze lê têbikoşe. Hevrêya me Rojda jî ku li xaka Botanê ji dayik bû û mezin bû, gelekî dixwest li vê herêmê gerîlatiyê bike. Sala 2021'ê di taktîk û rêbaza Gerîlatiya Modernîteya Demokrtîk de xwe şareza kir û weke fermandarekê li xaka Botanê vegeriya. Heta ku li herêma Botanê ma bi wêrekî, hevrêtiya xwe ya ji dil û kesayetiya xwe ya kedkar bandor li hemû hevrêyên xwe kir, weke fermandareke YJA Starê rola xwe ya pêşengiyê bi rengekî serketî bi cih anî."