HPG: Dagirkeran 46 caran bombe li qadên berxwedanê barandin

Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê 10 caran bi balafiran, 36 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran bombe kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zapê;

12'ê Adarê saet di 11:50'î de dagirkeran êrîş birin ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan, derb li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

12'ê Adarê li Metînayê qadên Girê Çarçêl, Serê Metîna û derdora gundê Şelazê, li Zapê qada Geliyê Balinda û li Xakurkê jî derdora Çemê Lolanê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12'ê Adarê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, li Qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 36 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."