HPG: Şehîdên Zapê pêşengên berxwedana destanî ne

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol bû leheng û nûnerên Kurdîtiya azad."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Zapê şehîd bûn ev agahî da:

"Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku li ser qada Zapê daye destpêkirin, berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi heybet dewam dike. Di vî şerê giran de dagirker negihîştine armanca xwe û xitimî ne. Bêguman di serneketina dijmin de tatkîkên şer ê nû, wêrekiya mezin, ruhê fedaî û rêxistiniya bi rengê tîmên gerîla yên bi tevger ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî roleke diyarker e. Her kêliya ku dijmin dixwaze xwe tev bide, hevrêyê me derbên giran li wan didin. Bi tîmên bi tevger ku hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol di nav de bûn û pêşengî ji berxwedana destanî re kirin, derbên giran li dijmin xistin. Di vî şerî de ev hevrêyên me şehîd ketin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bahoz Jînda
Nav paşnav: Salîh Yûsûf
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Dayik-Bav: Çinar-Dildar
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Kamûran Gabar
Nav paşnav: Abdulvahap Beyret
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Vetha-Mecît
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Zana Tolhildan
Nav paşnav: Mûhammed Xidir Ahmet
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Meryem-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Herekol Têkoşer
Nav paşnav: Rênas Yûsûf
Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê
Dayik-Bav: Necûda-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Nîsana 2022 / Zap

BAHOZ JÎNDA

Hevrêyê me Bahoz li bajarê Til Temirê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Bahoz Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya partiya me PKK'ê bi rê ve çû, di salên 1990'î de nas kir. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng mezin bû, bala malbata hevrêyê me Bahoz jî kişand û bi partiya me re têkiliyeke xurt danî. Gelek caran çû qada Rêbertî û derfet dîtin ku Rêber Apo yekser bibîne, bi hêza ji Rêber Apo wergirtî tevlî karên şoreşê bû. Ji nava malbata wî gelek kes tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo azadiya gelê me şehîd jî dan. Di demekê de ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, cihê xwe li her qada şoreşêg irt, pêşengî ji şoreşê re kir. Li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2015'an ku bir ser Til Temirê, kekê hevrêyê me Bahoz ku navê wî li xwe kir, li refên herî pêş şer kir û di şerê parastina rûmeta gelê me de şehîd bû. Hevrêyê me Bahoz ku li nava vê malbata hêja mezin bû bêguman şahidî ji vê pêvajoyê re kir û çanda malbata xwe dewr wergirt. Hevrêyê me Bahoz ku bingeha xwe ya çandî ewqasî xurt bû, bi rewşa gelê xwe hesiya û rastiya dijmin fêhm kir. Ji ber vê jî weke ciwanekî Kurd bi berpirsyaryia xwe ya neteweyî, piştî şehadeta kekê xwe xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Ji ber ku wê demê temenê wî biçûk bû ev daxwaza wî nehate qebûlkirin. Bêyî ku ji daxwaza xwe ya azadiyê tiştekî winda bike, li benda roja tevlîbûna li nava refên gerîla ma û di vê demê de xwe bi her awayî amade kir. Tevî ku ciwan bû, ji ber berpirsyariya mezin a dîrokî weke kesayetekî têgihiştî bi sekna xwe ya li nava jiyanê û pîvanên xwe yên azadiyê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Bahoz sala 2018'an hate çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Hevrêyê me Bahoz ku xwedî tecrûbeyeke rêxistinî bû, ji bo wezîfeyên demê bi rengê herî serketî bi cih bîne giranî da ser perwerdeyên leşkerî, ji dil ve ji projeya jinûve avakirinê ya gerîla bawer kir û dest bi perwerdeya pisporiya leşkerî kir. Piştî ku perwerdeya pisporiyê bi rengekî serketî bi dawî kir, erka fermandariya tîma bi tevger da ser xwe û ji bo serxistina vê wezîfeyê kar kir. Sala 2020'î derbasî qada Zapê bû û bi fedakariyeke mezin tevlî kar bû, li vê derê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Bahoz tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û bi wêrekî û zîrekbûna xwe ya leşkerî kir ku di van çalakiyan de kedeke mezin bê dayin. Hevrêyê me Bahoz li dijî êrişên dagirkeriyê yên 17'ê Nîsanê destpê kirin, tevlî nava tîmên me yên gerîla yên bi tevger bû ku di kêliyên dijmin ne li bendê bûn derb li dijmin dixist. Hevrêyê me Bahoz ku bawerî û dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re kir bingeha têkoşîna xwe di 22'ê Nîsanê de şehîd bû.

KAMÛRAN GABAR

Hevrêyê me Kamûran Gabar li bajarê serhildan û berxwedanê li Şirnexê ji dayik bû. Weke zarokê malbateke ji eşîra Batûyî ku yek ji eşîrên welatparêz ên Botanê ye, mezin bû. Hem bi karaktera civakî ya qedîm a gelê Kurd hem jî pîvanên welatparêziyê bûn bingeha kesayetiya wî. Hevrêyê me Kamûran ku haya xwe ji rastiya civakî ya li nav mezin bû hebû, di ehman demê de rûyê dijmin ê qirker jî nas kir. Her ku dijmin nas kir û sîstema dewleta Tirk a mêtinger fêm kir, hêrsa wî ya li dijî vê sîstemê jî mezin bû. Piştî ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nas kir û jê hez kir, kir kuk nêzî têkoşîna azadiyê bibe. Ji ber ku du xalên wî û ji malbata wî tevlîbûn çêbû, têkiliya wî ya bi têkoşînê re xurtir bû. Hevrêyê me Kamûran ku kete nava lêgerînê, piştî demekê tevlî nava refên gerîla bû. Xeta azadiya jinê û dilsoziya bi xwezayê re ya PKK'ê gelekî bandor lê kir. Gelekî kêfxweş bû ku beşdarî nava refên gerîal bû û ji bo vê jî got, 'Ez careke din hatibûma dinyayê, bêfikar min ê careke din bida ser vê rêyê'. Hevrêyê me Kamûran li Zapê dest bi gerîlatiyê kir, perwerdeya xwe ya destpêkê li vê derê wergirt û bi nava salan re bû xwedî tecrûbeyên mezin û milîtanekî Apoyî yê şareza. Li her bihosta qada Zapê geriya, gelek karên serketî kir. Bû gerîlayekî ku li Zapê dihate hezkirin. Bi wêrekî û lehengiyeke mezin beşdarî gelek çalakiyan bû, şervaniya wî li pêş bû. Li ser bingeha gerîlatiya dema nû xwe perwerde kir, di hunera leşkerî de xwe xurt kir û bû fermandarek. Hevrêyê me Kamûran ku bi her awayî gerîla û fermandarekî Zapê bû, li dijî êrişa dagirkeriyê ya ku ji 14'ê Nîsanê û pê ve destpê kir, bû yek ji wan milîtanên ku destpêkê ketin nava liv û tevgerê û derb li dijmin xistin. Di rojên destpêkê yên êrişê de bi fedakarî û wêrekiyeke mezin derbên giran li dagikeran xist. Hevrêyê me Kamûran yek ji wan lehengên destana dîrokî ya li Zapê bû, 22'ê Nîsana 2022'an şehîd bû. Bi sekna xwe, bi tevlîbûn û pratîka xwe ya şer û têkoşînê ji me hemûyan bû mînak. Em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Kamûran derkevin û armancên wî teqez pêk bînin.

ZANA TOLHILDAN

Hevrêyê me Zana Tolhildan li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û dema ku şoreşa azadiyê ya Rojava pêk hat wî tevgera azadiyê nas kiriye. Dema ku wî Rêber Apo nas kir, sempatiya wî ya li hemberî tevgera azadiyê zêde bûye. Hevrê Zana êşa gelê Kurd di dilê xwe de hîs kiriye. Hevrê Zana meraqa wî li ser jiyana li çiyayan û xwezayê hebû û biryarê dide tevlî nav refên gerîlayan bibe. Piştî ku tevlî nav gerîlayan dibe ew partiya me PKK’ê û rastiya Rêbertî ji nêz ve nas dike. Ew xwe, dîroka xwe, gelê xwe û têkoşîna azadiyê ji nêz ve nas dike û dibe milîtanekî Apoyî yê jîr. Ew di warê leşkerî de xwe perwerde dike û derbasî qada Zapê dibe. Li Zapê di nav heyecan û coşeke mezin tevlî nav pratîkê dibe. Hevrê Zana dibe milîtanekî ku ji her dem û dîrokê re dibe bersiv. Li hemberî êrişa li ser Zapê ew dibe gerîlayekî qehreman ê ku pêşîn derb li dijmimn daye. Di 22’ê Nîsana 2022’an de piştî şerekî qehremanî ew şehîd dibe û nahêle ku dijmin bigihêje armanca xwe. Meşa têkoşînê ya hevrê Zana di serî de ji bo Rojavayê Kurdistanê divê ji bo ciwanên Kurdistanî bibe mînakeke xurt. Em ê têkoşîna hevrêyê xwe Zana bênavber bidomînin û sozê didin ku em ê bi Rêberiya azad  Kurdistana azad teqez ava bikin.

HEREKOL TÊKOŞER

Hevrêyê me Herekol li navçeya Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ew îdeolojiya Apoyî nas dike û dema hevalên me bi fedakariyeke mezin li hemberî êrişên çeteyan şer dike, ev tişt bandorê li ser hevrêyê me Herekol dike. Hevrêyê me Herekol ketiye nav lêgerînan û di sala 2017’an de tevlî nav refên gerîlayan dibe. Piştî ku ew tevlî nav refên gerîlayan dibe, zûzûka adapteyî jiyana çiyayan dibe. Bi perwerdehiya ku stendiye ew derfetê dibîne ku rastiya gelê me baş nas bike û li hemberî qirkirina li ser gelê me, hêrsa wî zêdetir dibe. Hevrê Herekol bi enerjiya xwe di tempoyeke bilind de tevlî nav xebatan bû. Hevrê Herekol bala wî li ser perwerdehiya leşkerî dibû û wî dikaribû gelek çekan bi kar bîne. Di warê pêkanîna taktîkên serdema nû de wî pêşengtî dikir. Hevrê Herekol her dem pêşniyaz dikir ku ew biçe qadên ku şer lê heye û di sala 2018’an de diçe Zapê. Hevrê Herekol bi fedakarî û tevlêbûna xwe ya bi cesaret, di nava demeke kurt de di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin. Ew tevlî gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûye û di warê tîmên gerîla yên bi tevger de ew bûye pispor. Dijmin dema di sala 2022’an de êrişên dagirker da destpêkirin, ew di nav tîmên bi tevger ên gerîlayan de bûye yek ji hevalê me yê ku derb li dijmin daye. Hevrê Herekol bi kesayet, jiyan û şerê xwe bûye milîtanekî Apoyî yê pêşeng û bûye qehremanekî ku wê ciwanên Kurdistanê wî wekî mînak bibîne. 

Hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol bûn nûnerên Kurdên azad û qehreman. Malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman di serî de em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê peywira şoreşê ya ku wan spartiye me, teqez bi cih bînin."