HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker didomin

Dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bi taybet bi çekên qedexe, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da:

“Li herêma Zapê;

26’ê Nîsanê saet 09:30’an artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan û şer çêbû.

26’ê Nîsanê saet 11:10’an artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş birin li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan û şer çêbû.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedex kiriye;

Di 26’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayêa bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 25 û 26’ê Nîsanê de qada Dola Mîranê ya Garê 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 26 û 27’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM û yên li Çemço û Sîdayê 24 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”