HPG: 7 dagirker hatine cezakirin, radarek hate îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Di çalakiyên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qadên Berxwedanê yên Metîna, Zap û Avaşînê li dar xist, 7 leşkerên Tirk hatine cezakirin, radarek hate îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qadên Berxwedanê yên Avaşîn, Zap û Metînayê ligel dijwariya şer berxwedana xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî didomîne. Artêşa Tirk a dagirker 21 caran bi helîkopterên êrîşê, 24 caran bi balefiran, 10 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qadên Berxwedanê bomberdûman kiriye. Di çalakiyên hêzên me de , 7 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker birîndar bûne, radarek hate îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêm Avaşînê;

Di 3’ê Hezîranê de saet di 13.30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê li ber tunelên şer agir dadane û hewl dane dûmanê bişînin nava tunelan. Ev dûman bi qasî 15 deqîqeyan domiyaye. Li vê derê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin lê hejmara dagirkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Di 3’ê Hezîranê de saet di 19.40’an de li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çekên şexsî ji du milan ve li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 4’ê Hezîranê de saet di 04.40’an de bi çekên şexsî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê hate xistin. Saet di 05.00’an de careke din li dagirkeran hate xistin û radareke li Girê Werxelê hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Di 25’ê Gulanê de helîkoptera êrişê dema Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bomberdûman dikir, li wê hate xistin. Helîkopterê derbeke giran xwar û neçar ma ji qadê derkeve.

Di 26’ê Gulanê de dagirkerên li Girê Şehîd Şoreş ê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi cih bûbûn bi çekê navîn li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn.

Di 28’ê Gulanê de di destê sibehê de li Girê Şehîd Şoreş ê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi cih bûbûn bi çekê navîn li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 3’ê Hezîranê de dagirkeran dema ku xwestin bi teqemeniyan êrişî Girê Şehîd Akîf ê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bidin, bi çekên şexsî li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

3’ê Hezîranê danê nîvro, dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Kunişka ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî 2 caran hedef hatin girtin. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker gavekê paşde vekişiyan.

Di 3’ê Hezîranê saet 18.00’an de dagirkerên ku bi çekên kimyewî êrîşî Qada Berxwedanê yê Karker kir, bi alîkariya perwaneyan hewildan berê dûyê kîmyewî derbasî tunelan bikin. Ev dagirker bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û gulebaran kirin. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin.

4’ê Hezîranê saet 01.55 û 06.00’an dagirkerên ku xwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Karker bi cih bikin, bi taktîka sûîqestê 2 caran hatin gulebaran kirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 30’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê de tunelên şer ên Girê Cehenemê yê Qada Berxwedanê ya Çiyareşê 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

3’ê Hezîranê saet 10:30’an de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê yên Şikefta Birîndara du caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Dagirkeran li vir mayinên sensor bi kar anîn.

3’ê Hezîranê saet 12:30, 14:20 û 18:40’an de dagirkeran 3 caran tûnelên şer ên li Qada Berxwedanê yên Karker bi çekên kîmyewî bombe kirine.

Di 3’ê Hezîranê saet 12:30’î de, dagirkeran Girê Şehîd Akîf ê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, bi teqemeniyan bombe kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

Di 3 û 4’ê Hezîranê de ji qereqolên sînor Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û Girê Ortê bi obusan hatiye bombekirin.

Di 3’ê Hezîranê de Qada Qaşura ya herêma Metîna, Gundê Beşîlî û bejahiya Serê Metîna 4 caran bi helîkopterên êrîşê û 2 caran jî bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Roja 3’ê Hezîranê saet di navbera 19:40 û 01:50’an de qadên Girê Bahar, Girê Cudî, Werxelê, Saca, Sîda, Çemço, Çiyareş, Kurojahro, Şehîd Şahîn û Qada Berxwedanê ya Kunîşka 17 caran bi helîkopterên êrîşê û 12 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.

4’ê Hezîranê saet 05:00 heya 05:30’an qada Çemço 10 caran bi balafirên şer bomberdûman kiriye.”