HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, helîkopterek hate derbkirin

Berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê bê navber dewam e. Di çalakiyên çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatine kirin, bi qasî hate tespîtkirin 6 dagirker hatin cezakirin, helîkopterek hatiye derbkirin.

Navenda Raginadin û Çapemeniyê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

“Hêzên me yên gerîlayên HPG/YJA Star li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyên xurt lidar dixin û serketinên mezin bi dest xwe ve tîne. Hêzên me bi cesaretekî mezin, biryardarî û ruhekî fedayî yê Apoyî berxwedanê dikin, dîsa bi çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal pêş xistî ve li ser xeta gerîlayê demê, asta bi dest xistî û taktîkên dewlemend nîşan dide.

JI ESMANAN VE TAM BI ÎSABET LI DAGIRKERAN HATIN DAYÎN

Li ser vî bingehî çalakiyên di pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ pêş xistine wiha ne:

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 29’ê Nîsanê saet 13:15’ê  û 18:45’an li dijî navenda leşkerî ya artêşa TC’ê ya li bajaroka Kanî Masî ya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê 2 çalakî pêk anîn. Di van her du çalakiyan de ji esmanan ve li dagirkeran hatiye dayîn, hedef bi îsabet hatiye lêdan û serketî pêk hatine.

GERÎLAYAN PÊŞVEÇÛNA DAGIRKERAN ASTENG KIRIN

Çalakiyên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorsan de hatin kirin wiha ne;

29’ê Nîsanê saet 11:00’an dagirkeran xwestin bikevin çeperên şer ên li Girê Şehîd Serdar a Herêma Avaşîn. Hêzên me mudaxele kirin, pêşveçûna dagirkeran asteng kirin.

29’ê Nîsanê saet 10:00’an heta 16:30’î dagirkeran xwestin bikevin çeperên şer ên li devera Mamreşo ya Herêma Avaşîn. Ev çeper li ser hev 8 caran hatin bombekirin û tevî bombekirinê jî dagirker nekarîn bi pêşve bên û ti encamek negirtin.

29’ê Nîsanê saet 23:30’î heta 01:15’an dagirkeran leşker danîne devera Mervanos, Girê Şehîd Serdar û Mamreşo yên Herêma Avaşîn, li vir teqwiye ji bo hêzên xwe kirine, kuştî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Heman demê bi helîkopterên êrîşê jî Mamreşo Gund Mamreş, Dola Şîvê, Mervanos, Boxaza Şûka, Kanî Ga, Şehîd Serdar û Şehîd Dilgeş bombe kirin.

29’ê Nîsanê saet 07:30’î dagikerên xwestin li Boxaza Nêrwe ya Herêma Zapê bi cih bibin, ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin û hatiye hedefkirin. Di çalakiya ji sê baskan ve bi xurtî li dagirkeran hate dayîn, 3 dagirker hatin tesbîrkirin ku hatine cezakirin. Dagirkerên li vir piştî derbeya giran a xwarin û şûnde neçar man ku qedemeyek xwe başve kişandin.

29’ê Nîsanê dema dagirkeran dixwestin li Girê Şehîd Mervan a Herêma Zapê bi cih bibin, helîkopterek ji aliyê hêzên me ve hatiye hedefkirin û lêdan. Helîkoptera derbek giran xwar û agir jê rabû, neçar ma ku ji qadê dûr bikeve. Şerê li Girê Şehîd Mervan cih bi cih heta saetên şevê dom kir, li vir hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin, nehatin zelalkirin.

29’ê Nîsanê saet 17:50’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serxwebûn a Herêma Zapê bi cih bûbûn, çalakiyek hate kirin. Çepera ku 3 dagirker lê bi cih bûbûn, hate hedefkirin û bi xurtî hate lêdan. Ev çeper bi temamî hate rûxnadin 3 dagirker hatin cezakirin. Her wiha dagirkerên din jî ên li gir hatin hedefkirin û lêdan.

Di van çalakiyan de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, helîkopterke ya êrîşê jî hate derbkirin.

ÊRÎŞÊN ESMANÎ YÊN DIJWAR

Bomberdûmana balafirên şer û helîkopteran ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn jî dewam dike.

Divê çarçoveyê de;

29’ê Nîsanê saet 07:30’î heta 09:30’î devera Tîpa T a Herêma Zapê ji aliyê balafirên şer ve 2 caran hate bombekirin.

29’ê Nîsanê set 23:00’an heta 01:00’an helîkopteran devera Tîpa T û Cîloyê Biçûk a Herêma Zapê bombe kiriye.

29’ê Nîsanê 23:00’an heta 01:00’an Girê Zendûra, Kêste, Derarê yên Herêma Metîna bi helîkopteran hatin bombekirin.

30’ê Nîsanê (îro) saet 04:00’an Girê Şehîd Serhed a Derarê ya Herêma Metîna ji aliyê balafirên keşfê û balafirên şer ve  3 caran hatin bombekirin.

Di van bomberdûmanan de ti ziyan bi hêzên me negihiştiye.”