HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên grîla 15 caran bi çekên kîmyewî û 3 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombe kir. Di heman demê de 4 caran bi balafiran, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombardûman kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşan wiha ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

15'ê Kanûnê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, li dijî dagirkerên li dora gundê Sîda û herêma Çemçoyê çalakî hatin lidarxistin. Li gorî vê yekê;

Saet di 07:00 û 19:20'î de tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. 2 dagirker hatin cezakirin.

Saet di 08:30, 13:30, 14:00, 15:00 û 15:30'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî û giran 5 caran li dagirkeran xistin.

Danê nîvro li dijî dagirkerên ku berê xwe dan çeperên berxwedanê yên gerîla, hêzên me bi sabotajê çalakî kirin. Di encamê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

Danê êvarê sîstemeke kamera ya mobesse ku dagirkeran li dora çeperên berxwedanê yên gerîla bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

15'ê Kanûnê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

15'ê Kanûnê saet di navbera 08:30 û 16:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemçoyê 15 caran bi çekên kîmyewî û 3 caran jî bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin. Di heman demê da dagirkeran lastîkên wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperên berxwedanê yên gerîla ve şandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15'ê Kanûnê Qada Geliyê Lolanê ya Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15 û 16'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda û Girê FM'ê, Qadên Girê Şehîd Hakî, Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê û Geliyê Lolanê bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."