HPG: 2744 dagirker hatin cezakirin, 11 helîkopter hatin xistin

HPG'ê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir. Gerîlayan 2852 çalakî kirin, 2744 dagirker ceza kirin. 11 helîkopter hatin xistin, derb li 80 helîkopteran hate xistin. Dewleta Tirk a dagirker 3152 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bîlançoya şerê 8 mehan ê navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Kanûnê eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin:

"Li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger ku 14'ê Nîsana 2022'an li ser Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkirinê da destpêkirin, berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê heyşt meh tijî kir. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku bi tunekirina rastiya Kurd ê Azad û Kurdistan a Azad dixwaze polîtîkaya qirkirinê bi ser bixîne, li ğpêşiya van planên xwe yên qirêj, astengiya herî mezin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibîne. Tasfiyekirin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji xwe re kir armanca bingehîn. Artêşa Tirk a mêtinger ku bi piştgiriya teknîkê ya NATO'yê ya bêdawî û nokeran xwest di demeke kurt bigihêje armancên xwe yên qirêj, li hemberî milîtanên Apoyî yên her bihost û kevirên Kurdistanê kirine qada berxwedanê, bi fedaîtî şer dikin û berê xwe dane serketinê, careke din bêencam ma. Li gel şert û mercên giran û derfetên kêm, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke xurt li çeperên şer têdikoşin, bi tîmên bi tevger her firsendê dikin çalakî û derbên giran li dagirkeran dixin. Bi vî rengî careke din nîşanî tevahiya cîhanê da ku hêza parastinê ya paşeroja bi rûmet a gelê me ye û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a ku bûye hêviya paşeroja azad a gelên bindest, têk naçe.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER 3152 CARAN BI ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ ÊRÎŞ KIR

Artêşa Tirk a dagirker ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî berxwedana me ya gerîla xitimî ye, careke din rê û rêbazên şer ên bêexlaq û nehiqûqî xiste dewrê û Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombe kir. Tevî ku gelek caran hate belgekirin ku li pêş çavên cîhanê sûcê şer dike, artêşa Tirk a qirker ji bêdengiya mirinê ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd hêzê werdigire û êrîşên li dijî mirovahiyê zêde dike, bi rêk û pêk dewam dike. Sûcdarê şer artêşa Tirk di nava 8 mehên şer de 3152 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne (bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer) û çekên kîmyewî êrîşî çeper û tunelên şer ên hêzên me kir, bi vî rengî sûcê şer ê hovîtiyeke mezin pêk anî. Xeta hevkarî, xiyanet û nokeriyê ya li Kurdistanê jî bi rengekî eşkere piştgirî da dewleta Tirk a dagirker, ji bo dagirkirina Kurdistanê rê li ber vekir, hewl da li gelek qadan gerîla dorpêç bike, ji pişt ve xençerê li berxwedana gerîla ya ji bo parastina Kurdistanê bixe û li gel bangên gelê me jî ev xeta xwe ya nexêr dewam kir. Li gel van êrîşên li dijî mirovahiyê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apoyî yê xurt li her çeperên şer berxwedaneke bênavber dewam kirin û têkneçûna îradeya Apoyî careke din bi şênberî nîşan dan.

GERÎLA BÊHN LI ARTÊŞA TIRK ÇIKAND

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser xeta serketinê bi gavên ji xwe bawer meşiyan, taktîkên gerîla yên dema nû di nava hev de bi kar anîn, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist, tunelên şer û qad bi hostatî bi kar anîn û bi rêbaza şerê tîm ê pispor nîşan da ku karin her cûre êrîşan têk bibin. Li dijî êrîşa dagirkeriyê di çarçoveya Pêngavên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de hêzên me bi kemîndanîn, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, çekên giran, şer, çalakiyên gerîla yên koordîneyî û operasyonên şoreşgerî bersiv dan. Di nava meha dawî de 299 û di nava 8 mehên dawî yê şer de jî bi giştî 2852 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Bi van çalakiyan li qada şer bêhn li artêşa Tirk a faşîst hate çikandin. Di dema êrîşên dagirkeriyê de 2744 dagirker hatin cezakirin ku 12 ji wan kontra, 20 ji wan leşkerên payebilind bûn û 385 dagirker jî birîndar bûn. Di encama çalakiyên bi bandor ên gerîla de ku çi havînê çi jî zivistanê her demsalê bi îrade û hostatiyeke mezin lidar dixin, artêşa Tirk a faşîst ji aliyê moral û motîvasyonê ve li bin ket û ji bo karibe xwe ji nava vê rewşa xitimandî rizgar bike, wezîrê şer Hûlûsî Akar ku vî şerê qirêj dimeşîne, gelek caran hat ser sînor, hewl da têkçûna xwe veşêre, lê nekarî. Artêşa Tirk a faşîst ku hejmara leşkerên hatin kuştin û navên wan eşkere nake; cenazeyên leşkeran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, obus û hawanan bombe dike û dişewitîne, cenazeyan di hundirê kîsan de ji zinaran diavêje û hewl dide tune bike, bi rêya medya şerê taybet bi nûçeyên serketinê yên sexte hewl da têkçûna xwe veşêre. Tevî ku cenazeyên leşkeran ên di bin kontrola gerîla de ne nasname û dîmenên wan ji aliyê hêzên me ve hatin parvekirin jî artêş û dewleta Tirk a mêtinger ji nedîtî ve tê û ji bo şerê xwe yê qirêj bi ser bixîne, xwedî li leşkerên xwe yên li qada şer jî dernakeve, bi vî rengî nîşan dide ku qîmetê leşkerên wan jî ji bo wan nîne.

Têkoşîna me ya gerîla ku bi fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) destpê kir û li ser xeta serketinê hate meşandin, bi Zîlan bû fedaî, bi Bêrîtan li ber teslîmiyet û xiyanetê bû astengî, bi Reşît Serdar bû dîwarek li dijî dagirkeriyê. Li hemberî êrîşa dagirkeriyê her gerîlayên me yên li Qada Berxwedanê li ser xeta serketinê ya fermandar Egîd dimeşin û bi sedan Zîlan û Bêrîtan, Sara û Rûkenên nû afirandin. Hevrêyên me serî li ber zor û zehmetiyê netewand, di nava her şert û mercên giran û bêderfetiyê de şer kirin, bûn mînakên bijarte yên xeta fedaîtiyê û cihê xwe di dîroka têkoşînê ya gelê me de girtin.

Artêşa Tirk a dagirker derfetên xwe yên teknîkê hemû seferber kir, li gel deh hezaran leşker, kontra û çeteyan bi sedan carî êrîşên dagirkeriyê kir û hemû jî ji aliyê hêzên me yên profesyonel ve hatin têkbirin, li qadên ku dagirkeran îdîa dikirin lê serdest in, gelek çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê hêzên me li her bihosta xaka Kurdistanê bi rengekî bênavber berxwedanê dewam dikin, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst dixin. Çalakiyên ku hêzên me lidar dixin û rastiya şer ji aliyê Gerîla TV ve tê qeydkirin, bi raya giştî re tê parvekirin û rastiyên ku artêşa Tirk a mêtinger hewl dide bi rêya medya şerê taybet veşêre, bi şênberî tê nîşandan.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li hemberî êrîşên îmha û qirkirinê yên li ser gelê me bi rengekî fedaî şer dikin, kevneşopiya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir kirin bingeha berxwedanê û di nava van 8 mehan de têkoşîneke bêhempa meşandin. Di nava vê têkoşînê de 199 hevrêyên me heta nefesa dawî şer kirin û şehîd bûn. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha îdeolojiya Apoyî bûn şopdarên xeta şehîdan, ji vê xetê şaş nebûn, rêbaza jiyan û têkoşînê ya Apoyî bêteredût bi cih anîn, careke din nîşan dan ku xwedî hêz û biryardariya serketinê ne.

BÎLANÇOYA ŞERÊ 8 MEHAN

Bîlançoya şerê 8 mehan ê navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Kanûnê wiha ye:

Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin;

- Bi rêbaza kemîn, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, çekên giran, şer, çalakiyên koordîneyî yên gerîla, hêzên aprastina hewayî û operasyonên şoreşgerî bi giştî 2852 çalakî hatin lidarxistin.

Encama çalakiyên hêzên me;

– 2744 dagirker hatin cezakirin ku 12 ji wan kontra, 20 jî leşkerên payebilind in.
– 385 dagirker birîndar bûn.

Bi qasî ku hêzên me tespît kir Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî Qadên Berxwedanê;

– 3897 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 5433 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– Li ser çeper û tunelên şer ên hêzên me 3152 caran bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne(bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer) û çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Çek û alavên leşkerî yên hêzên me desteser kirin;

– 14 çekên MPT-55
– 4 dûrbînên çeka MPT-55 
– 4 çekên AK-47
– 3 çekên G-3
– 4 çeka bombeavêj
– 2 çekên M-16
– 2 çekên HK-416 
– Çekek BKC
– Çekek roketavêj a B-7
– Çekek 1 MPT-66
– 4 Debance
– 4 fîşekên bombeavêj
– 848 fîşekên M-16 û BKC
– 18 bombeyên destan û gelek bombeyên mij
– 4 êlekên êrîşê (Pola)
– 4 Mertalên Pola
– 3 Rext
– 12 Şarjor
– 7 Dûrbînên Şev/Roj
– 4 Dûrbînên Termal
– 4 Lazer
– 2 amûrên destnîşankirinê ya lazer
– Kamerayeke Termal
– Dûrbîneke bi lazer
– 4 Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 3 Kamera datîne ser serî
– Sîstemek radar a dikare bê hilgirtin
– 44 Kg teqemenî
– 4 Mayin
– Cîhazek teqandina mayinê
– Dedektorek mayinê
– 8 telefonên destan
– 3 Bêtêl
– Paneleke Enerjiya Rojê
– Pûsûlayek
– 5 kêr (Kasatûra)
– 6 çenteyên leşkerî
– 2 kumên leşkerî
– 2 Kask
– 9 Fener
– 2 cîhazên veguherandina enerjiyê ya UPS
– 4 çavkaniyên enerjiyê
– 2 Korteks, TNT, C3
– Parçeyên Sîstema Kamera ya Mobesse
– Tivingek taybet a sekvaniyê

Wesayit û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

– 8 helîkopterên Skorsky
– 3 helîkopterên êrîşê
– 2 Tank
– 17 wesayitên zirxî-leşkerî
– 4 wesayitên kepçe
– 72 Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 53 Drone
– 8 Radar
– 5 Kamerayên Termal
– 2 Teleskop
– 3 Cîhazên tevlîhevkirina sînyalê (Jammer)
– 5 Sensorên tevgerê
– 2 cîhazên guhdarîkirina li deng
– Fotokapanek
– Konteynirek
– 137 çeper
– 42 çenteyê leşkerî
– Kamelyayek
– Sîstemek Veguhastina Gaza Kîmyewî
– Cebilxaneyek
– 7 çekên A4
– 2 çekên BKC
– 300 Kg teqemenî
– 12 xefika teqandinê
– 2 çeperên A-4
– 2 xefikên çeka kîmyewî
– 2 Aspîrator
– 2 bombeavêj
– Çekek AT-4
– Mertalek
– Projektorek
– Depoyeke erzaqê

Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;

– 48 helîkopterên Skorsky
– 32 helîkopterên êrîşê
– 19 çeper
– 12 Drone
– 9 Kepçe
– 6 wesayitên leşkerî yên zirxî
– 3 konên leşkerî
– Konteynirek