HPG: 14 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên gerîla de li Şirnex û herêma navbera Amed û Mêrdînê 14 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li dijî operasyonên artêşa Tirk, gerîlayên wan çalakî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 16'ê Adarê saet di 08:30 de, li herêma Mazî ya li ser rêya navbera Amed-Mêrdînê li dijî wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Rangerê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.

Navendê diyar kir, di encama vê çalakiyê de 3 leşker mirin, leşkere jî birîndar bû û destnîşan kir, ku ev çalakî weke bersiva li operasyonên dewam dawî hatiye lidarxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, hêzên gerîla roja 16'ê Adarê saet di 09:40 de ji du aliyan ve li leşkerên artêşa Tirk ên li ser girê Şehîdan ê li herêma Elemun a navçeya Qilaban a Şirnexê xistin.

HPG'ê destnîşan kir, di çalakiyê de tevî çepereke çeka A4, 5 çeper hatin rûxandin û di encamê de 11 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê diyar kir, piştî vê çalakiyê qereqolên artêşa Tirk ên li vê herêmê, saet di 13:00 de top avêtin qada çalakiyê.

Hat gotin, hêzên gerîla yên çalakî pêk anîn bi rengekî serketî ji qadê derketin.