HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de çeperek hate rûxandin, derb li wesayîteke leşkerî jî hate xistin.
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de çeperek hate rûxandin, derb li wesayîteke leşkerî jî hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de têkildarî şer ev agahî parve kir:
"Di encama çalakiyên hêzên me de; 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin û derb li wesayîtek leşkerî hate xistin.
Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Berxwedanê; 4 caran bi çekên kîmyewî, 22 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir.
Agahiyên li ser çalakiyên ku hatine kirin û êrîşên hatine kirin wiha ne;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
10’ê Kanûnê saet 09:30’an li qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger ve bi çekên giran li dagirkeran û 2 dagirker hatin cezakirin.
10’ê Kanûnê saet 10:00’an li qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagikeran dan, 2 dagirker hatin cezakirin.
10'ê Kanûnê saet di navbera 10:00- 15:00 de dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi çekên giran bûn hedefa tîmên me yên bi tevger..
10 'ê Kanûnê saet 17.00 'an li qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger derb li dagirkeran xistin. Dagirkerek hate cezakirin, çeperek hate rûxandin.
10’ê Kanûnê saet 17:30’an dagirkerên ku xwestin dûyê bi jehrê yê ji şewitandina lastîkên wesayîtan û madeyên plastîk ên li pêşiya çeperên şer ên li herêma Çemço derdiketin ber bi çeperên şer ve bişînin û bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebaran bikin, bi taktîkên sabotajê hatin hedef girtin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.
10’ê Kanûnê li herêma Çemço ya Zapê tîmên me yên bi tevger derb li wesayîteke leşkerî xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;
9’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker xwest ber bi qada Şehîd Andok a herêma Girê Ortê ya Metîna ve bi pêş ve biçin. Dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin tesbîtkirin, ji nêz ve bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan hate xistin. Hate zelalkirin ku di şerê dijwar de ku heta êvarê dewam kir, herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî ku dagirkerên derb xwarin gavekê paşve vekişiyan, 7 caran bi balafirên şer û herî kêm 13 caran bi helîkopterên êrîşê qad bombe kirin û piştre bi helîkopterên Skorsky windahiyên xwe ji herêmê rakirin.
10’ê Kanûnê saet di 09:00 û 11:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi qada Şehîd Andok ve bi pêş ve biçin, ji nêz ve 2 caran bi bombeyên destan û çekên ferdî derb li wan hate xistin. Di çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet 14:30’an de dîsa dagirker bûn hedef û bi taktîka sabotajê derb li wan hate xistin. Li herêmê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer didomin.
Helîkopterên Skorsky ên 10’ê Kanûnê xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dakevin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li hêrêma Xakûrkê:
10’ Kanûnê saet di 14:50’an li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî:
10’ê Kanûnê di navbera saet 16:30 û 17:30’an de çeperên şer ên hêrêma Çemço ya bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê 4 car bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker;
10’ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê Bihar û qada Girê Ortê ya Metînayê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
10'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê ya Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM 34 caran bi helîkopterên şer hatin bombekirin.
10’ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê, Girê Bihar û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."