Hozat: Heta ku protokolek neyê îmzekirin wê berxwedan bidome

Hozat: Heta ku bi Rêber Apo re li ser rakirina tecrîdê û mafên wî yên hiqûqî bi rengekî fermî, nivîskî û ewle bi şahidiya saziyên navneteweyî protokolek neyê îmzekirin û ji raya giştî re neyê eşkerekirin, ev berxwedan wê bidome.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê ji ANF'ê re nirxand.

Hozat di destpêkê de hêzên komploger bi tundî şermezar kir û di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. Hozat got, "Gelê me yê ku 20 sal in vê têkoşîn û berxwedana pîroz dimeşîne silav dikim. Ev berxwedana ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' dest pê kir, niha bi pêşengiya Leyla Guven û bi sedan hevrêyan veguheriye berxwedaneke mezin a gel û bi rengekî bi heybet didome."

Hozat diyar kir, hêzên komploger ên navneteweyî xwestin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îradeya azadiyê ya Kurdan tasfiye bikin û ragihand, bi berxwedana bê navber a 20 salan re gelek ji van plan û polîtîkayên qirêj ji holê hatin rakirin.

XWESTIN PKK Û GELEKÎ BÊ OCALAN BIAFIRÎNIN

Hozat got, "Lê belê hêzên komploger hîn dest ji şikandina berxwedana Kurdan û gelan bernedane û hewl didin teslîm bigirin. Ji ber vê yekê Rêber Apo li Îmraliyê xistin nava tecrîdeke mutleq û hewl dan bandora wî ya li ser Tevgera Azadiyê û gel têk bibin. Xwestin PKK û gelekî bê Ocalan biafirînin. Ji wan hebû ku bi bêbandorkirina Rêberê Gelê Kurd re wê Kurdan kontrol bikin û nirxên bi têkoşîna azadiyê derketine holê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê bi ser neketin. Rêbertî 20 sal in tecrîdkirî ye û 20 sal in li dijî tecrîdê têkoşîneke bê eman dike."

Hozat anî ziman ku yek ji armancên sereke yên komployê jî tinekirina Têkoşîna Azadiya Jinê bû û got, "Rêber Apo bi pêşdîtin û afirîneriya xwe, bi helwesta xwe ya berxwedêr, bi projeya xwe ya çareseriyê ya neteweya demokratîk û îradeya çareseriyê, lîstikên qirêj ên hêzên komploger têk bir. Bi hêza xwe ya fikir û îradeyê nehişt ku Tevgera Azadiyê bikeve rewşeke bêtêkoşîn, xiste nava pêvajoyeke nû ya têkoşînê û civak hîn bi xurtî rakir ser piyan."

TECRÎD DEWAMA KOMPLOYÊ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser tecrîda giran û diyar kir, tecrîd şêweyekî bicihanîna komploya navneteweyî ye, dewama komployê ye. Hozat got, "Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ye. Tecrîd faşîzm e, şerê qirkirinê ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî faşîzm û şerê qirkirinê ye. Dema ku tecrîd rabû û şert û mercê tenduristî û ewlekariyê jê re peyda bûn, hingî wê faşîzm têk biçe û gel hemû azad bibin. Leyla guven û hevrêyên wê yên hêja ev rastî baş fêhm kirine."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZM Û QIRKIRINÊ YE

Hozat got, divê were zanîn ku tecrîd şerê faşîzm û qirkirinê ye, bi vê têgihiştinê divê têkoşîn li dijî tecrîdê bê dayin û wiha dewam kir: "Berxwedan divê li her deverê belav bibe. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, civaka demokratîk a Tirkiyeyê û Hêzên demokrasiyê, girîng e bi xurtî destekê bibin Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Pêwîste li dora vê berxwedana pîroz bibin yek û bibin beşek ji vê berxwedanê. Ji ber ku tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina gelê Kurd e. Lewma Rêber Apo got, 'Ne tenê ez, hûn jî tecrîdkirî ne'. Bi vî rengî ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kir."

Hozat bi bîr xist, gelê Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Nasir Yagiz û Fadîle Tok li dijî tecrîdê li ber xwe dide û got, "Bi ruhê berxwedêriya gelê me yê Şêladizê divê ev berxwedan qat bi qat were mezinkirin û xurtkirin. Pêwîste berxwedana gelê me li gelemperiya Başûrê Kurdistanê belav bibe û bi vî rengî bersiveke xurt ji faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk re bê dayin ku dijminê Kurdan e. Girîng e sekna bi rûmet a gelê me yê Şêladizê bibe sekna gelê me yê Başûrê Kurdistanê tevan."

Hozat işaret bi berxwedana greva birçîbûnê ya li Ewropayê kir û got, "Gelê me yê li Ewropayê û dostên me bi pêşengiya berxwedêrên hêja yên greva birçîbûnê berxwedana xwe xurt û mezin dikin. Pêwîste ev berxwedan raya giştî ya demokratîk a Ewropayê bêhtir bigire nava xwe û bi serketî bê dewamkirin. Ez îradeya wan a berxwedanê silav dikim. Gelê me yê li Ewropayê di mijara Rêbertî de her tim hesas bûye. Îro jî heman hesasiyetê di asta herî bilind de nîşan dide."

ENCAMA BERXWEDANA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ WÊ MEZIN BE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser wate û girîngiya dîrokî ya berxwedana bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tê kirin û wiha bi mijarê daket: "Bêguman encama vê çalakiyê wê gelekî mezin be. Di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û gelên herêmê şerekî topyekûn tê kirin. Dixwazin hebûna gelê Kurd tevî pîrozmendî, nirxên çandî, demokratîk û azadiyê bi temamî ji holê rakin, yekîtiya gelan û nirxên demokratîk biqedînin. Dîktatoriya faşîst bi vî rengî hewl diderejîma xwe ya faşîst li ser îmhakirina Kurdan û tasfiyekirina nirxên demokratîk bidomîne. Ev berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û bi sedan şoreşger û welatparêz tevlî bûn, di şexsê Rêber Apo de li dijî şerê qirkirinê serhildaneke dîrokî ye. Bangeke xurt a têkoşîn û berxwedanê ye ku li gelê Kurd û gelan tê kirin."

Hozat diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha bi navê nirxên mirovahiyê û gelan hemûyan têdikoşe, li ber xwe dide û got, "Îradeya azadiyê ya gelan temsîl dike. Çareseriya konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk a Rêber Apo afirand, alternatîfa jiyana azad û demokratîk a bi hev re ya gelan e. Lewma tecrîdkirina Rêber Apo, tecrîdkirina gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û herêmê ye. Ev berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li dijî tecrîd û şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurd, gelên Tirkiye û herêmê, nîşaneya sekneke mezin a berxwedanê ye. Xwedîderketina gelan a li vê berxwedanê xwedîderketina li hebûna xwe, li jiyana azad demokratîk e."

Hozat anî ziman, niha li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3'emîn diqewime û got, "Di vî şerî de wê hevsengiyên siyasî yên nû yên Rojhilata Navîn diyar bibin. Ji ber vê yekê, salên li ber me wê çarenûsa sed salî diyar bikin. Têkoşîna ku li ser xeta Rêber Apo di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'emîn de tê dayin, gelan hemûyan û hêzên demokrasiyê eleqedar dike. Têkbirina tecrîd û faşîzmê di heman demê de wê têkoşîna ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn xurt bike. Faşîzma AKP-MHP'ê navenda paşverûtiya li Rojhilata Navîn e, dema ku ew hate têkbirin wê pêşî li jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn vebe. Têkoşîna li dijî tecrîdê di vê astê de girîng e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê û gelên herêmê bi xurtî xwedî li vê berxwedanê derkevin."

'HETA KU PROTOKOLEK NEYÊ ÎZMEKIRIN WÊ BERXWEDAN BIDOME'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi bîr xist, berxwedêrên greva birçîbûnê eşkere kirin ku heta bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê dest ji berxwedanê bernedin û got, "Wateya vê yekê mezin e. Ev yek ji vê daxuyaniyê tê fêhmkirin; heta ku dewlet bi Rêber Apo re ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina mafên hiqûqî protokoleke fermî, nivîsî, ewle û bi şahidiya saziyên navneteweyî îmze neke û ji raya giştî re eşkere neke, ev berxwedan wê bidome. Heta ku pêşî li hevdîtinên heftane yên bi rêk û pêk bi parêzer, wasî û malbatê re neyê kirin, heta ku mafê nivîsandin û wergirtina nameyan, nûçeyan û têkiliya bi derve re bi awayekî vekirî û fermî neyê ewlekirin, ev berxwedan wê bidome. Ev maf ji xwe di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de hene, mafên herî xwezayî û rewa yên Rêber Apo ne.

Rêberê gelekî 20 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de tecrîdkirî ye. Sûcê mirovahiyê-qirkirinê tê kirin. Rêber Apo şexsek nîne, Rêberê gelekî ye ku îradeya bi milyonan mirovî temsîl dike. Ev gel wê êdî vê zilmê qebûl neke û heta ku komploya navneteweyî bi temamî têk bibe wê bi biryardarî têkoşîna xwe heta serketinê bidomîne."