Hişkesaliya li Duhokê Kraliyeta Mîtaniyan derxist holê

Hişkesaliya ku li herêma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê, Zahîku ku dibêjin bajarê kralê Mîtaniyan ya beriya 3400 salan derxist holê.

Ji ber ziwabûnê ava Çemê Dîcleyê bi taybet di Kanûna 2021’an de ku piştî bendava Mûsilê hat çêkirin zêdetir bû. Bi ziwabûnê re avahiyên kevnar ên dîrokî derketin holê. Ev jêmayên dîrokî girêdayî mirovên bajarê serdemaên kevn in, ev der di bin pêlên avê de mane.

Arkeologên zanîngehên Elmanya Fribourg-en-Brisgau û Tûbîngen û Rêxistina Arkeolojiyê ya Kurd firsendê nirxandin û çûn cihê jêmayên dîrokî lê derketine û dest bi kolandinê kirin. Encama yekem di 31’ê Gulanê de hatin pêşkêşkirin.

Kavilên qesra kevin di sala 2018’an de bi ziwabûnê destpêkê re li hev kom bibû û bibû yek. Ji ber vê yeke ekîbên arkeolojiye ji bo lêkolînê amade bûn. Bi ziwabûna dawî re nexşeya qesrê bi temamî derket holê.

Bi saya qesrê arkeologan jêmayên bajarê Zahiku yê 3400 salî tesbît kirin. Îhtîmalek mezin ku ev bajar ji berî zayînê ye. Ji ber erdheja di sala 1350’an de pêk hatiye bajar wêran bûye.

Bajar perçeyek ji Şahê Mîttaniyan e. Şahê Mîttaniyan ku ji Behra Spî heya Bexdaya îro belav bûye, hêj jî gelek nayê zanîn.

Mîttanî li navenda Rojava ya îro hatî avakirin û di sêgoşeya Xabûrê de cih digirt. Bi piranî Hûrî li kraliyetê dijiyan. Hûrî wekî bavikên Kurdan tên dîtin. Herêm piştre kete bin desthilatdariya Asûriyan.

Li gorî nûçeya AFP’ê ji Zanîngeha Frîbourg Ivana Puljîz got, “Em dizanin ku ev kraliyet bi Misriyan re di heman kategoriyê de ne. Lê kêm agahî di destê me de heye, ew jî ji kolandinên li Til Brak ya li Sûriyê derketiye heye.

Di encama kolandina ku di Çile û Sibata 2022’an de pêk hatiye, arkeolog hêvî dikin ku agahiyên berfireh di derbarê Kraliyeta Mîttaniyan de bi dest bixin.

Bajar li ser du beşan hatiye avakirin. Qesr îhtîmal e ku wê demê li ser eywaneke ku li Geliyê Dîcleyê xuya dike hatiye avakirin. Arkeologê Elman wiha got: "Avaya embarê ya ku hat dîtin bi taybetî mezin bû. Ev nîşan dide ku miqdarek mezin a kelûmêl ji her deverê hatine îthalkirin û parastin."

Ji kolandinê zêdetirî sed tabletên kîl bi nivîsa mîxî hatine nivîsandin, hatine dîtin. Niha divê ev berhem bên restorekirin û paşê bên lêkolînkirin. Avahiyên ku hemû axa xav in û ev nivîsên mîxî yên li ser tabletên kîl hatine nivîsandin bi awayekî baş têne parastin. Pispor texmîn dikin ku dibe ku ev yek ji ber hilweşîna avahî bi ser xwe de be û dûv re dîwarên bilind mîna perdeyek parastinê dakevin ser.

Îro dîsa ava embarên Mûsilê ew wêran girtiye. Bajarê Zahikuyê dê dîsa heta ziwabûna din di bin avê de bimîne.