Hiqûqnas: Rapora CPT piştrastkirina tecrîdê ye

Hiqûqnasan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û diyar kirin, bi rapora CPT re tecrîd piştrast bûye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî bi rengekî giran tecrîdkirî ye. Tecrîda ku 21 sal in dewam dike, salên dawî girantir bûye.

CPT di rapora xwe de ya li ser girtîgehên Tirkiyeyê, destnîşan kir ku ya li Îmraliyê tê kirin, tecrîd û êşkence ye. Bi rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re, daxuyaniyên Kurdistaniyan ên li ser tecrîdê li qada navneteweyî pişrast bû, ku bi salan e Kurdistanî balê dikişînin ser vê rastiyê.

Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk û rêveberên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHD) Medenî Gur, tecrîd ji ANF'ê re nirxandin. Hiqûqnasan diyar kirin ku lêkolîna CPT a li ser êşkenceya li girtîgehan girîng e û destnîşan kirin ku rapora ji aliyê hiqûqa navnetweyî ve qeydeke girîng e.

GUR Ê OHD'Î: DI ASTEKE GIRAN DE MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN

Rêveberê Şaxê Wanê yê OHD'ê Medenî Gur bi bîr xist ku 22 sal in bi rengekî ku li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rejîmeke ceza tê tecrîdkirin. Gur diyar kir ku hevdîtina dawî ya malbatê bi Ocalan re di destpêka meha Adarê de pêk hat û parêzeran jî herî dawî Tebaxa 2019'an Ocalan dîtin. Gur got, "Astengkirina hevdîtinên malbatê û parêzeran bi tena serê xwe binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Ti sparteyeke hiqûqî ya tecrîdê nîne. Li gorî 'Rêvebernameya Têkildarî Serdana Girtî û Hikumxwaran' rêveberiya saziyê hefteyekê hevdîtina bi rengekî vekirî, hefteyên din ên mehê jî hevdîtina girtî divê bide kirin."

'TESPÎTA CPT GELEKÎ GIRÎNG E'

Gur destnîşan kir, yek ji tespîtên herî girîng ên CPT ew e ku cara yekê ye şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girava Îmraliyê tê de ne weke tecrîdê hatiye binavkirin û got, "CPT bi vê pênaseyê re diyar kiriye ku sîstema rejîma înfazê ya cceza ya li Îmraliyê di nava rejîma înfazê de 'sîstema tecrîdê' ye, ku ev yek tê wê wateyê ku êdî nabe ev tecrîd bê dewamkirin."

Gur ragihand, di mijarekê de ku bi rengekî fermî tespîta tecrîdê hatiye kirin, eger dewlet berpirsyariya xwe bi cih nîne, hingî ji aliyê hiqûqî ve wê mehkûm bû be.

ÇELÎK: RAPORA CPT RÊVEÇÛNA NEBAŞ RAXISTIYE PÊŞ ÇAVAN

Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk jî bi bîr xist ku sedema hebûna CPT, qedexeya êşkence û kiryarên xerab e. Çelîk anî ziman ku şert û mercên girtîgehê jî di çarçoveya êşkence û kiryarên xerab de hatine nirxandin û bi bîr xist, Tirkiye jî aliyekî peymana li ser CPT ye. Çelîk got, "Rapor diyarker e. Astengkirina mafê hevdîtinê yê Ocalan û hikumxwarên li Îmraliyê weke binpêkirina mafê mirovan hatiye nirxandin. Ev maf ji xwe di nava qanûnên heyî yên Tirkiyeyê de jî heye. Bi rengekî eşkere qanûn tên binpêkirin. CPT bi xwe xwedî hêza biryardanê ye. Binpêkirina mafên mirovan ên hatine tespîtkirin wê ji Konseya Ewropayê re bên ragihandin. Konseya Ewropayê jî di vê mijarê de dikare hişyariyan bide Tirkiyeyê. Weke pêkanînê jî dikare heta derxistina Tirkiyeyê ji nava Konseya Ewropayê jî bixe rojevê. Her wiha rayedarên dibin sedema vê yekê ji aliyê hiqûqî ve dikarin bên cezakirin. Di vê mijarê de li dijî kesên pêwendîdar gilî dikare bê kirin. Rewşa heyî, şewb nabe ku li pêşiya rêveçûna mekanîzmayên hiqûqê weke hincet bê nîşandan. Rapora CPT ne tenê li ser Îmraliyê ye. Qala bêhiqûqiyeke giştî dike, rêveçûna nebaş radixe pêş çavan."