Hiqûqnas Leygara: Ji HEP'ê heta DTP'ê biryarên girtinê hemû weke hev in

Siyasetmedar û hiqûqnasê şareza Cebbar Leygara li ser doza girtina HDP'ê axivî û got, "Di navbera HEP û DTP'ê de herî kêm 25 sal hene. Dema ku mirov bala xwe bidin ser hincet û biryarên girtinê, wê were dîtin ku hemû weke hev in."

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku ji aliyekî ve bi reforma dadgeriyê hewl dide nerazîbûna civakê binixumîne, li aliyê din jî hewl dide Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bigire. Ji Tevgera Siyasî ya Kurd beriya niha gelek partî hatibûn girtin. Lê belê her carê bi hêzeke hîn xurtir û dengekî hîn zêdetir li siyasetê vegeriya bûn. Hiqûqnas Cebbar Leygara ku bi salan e di nava siyaseta Kurd de ye ji ANF'ê re qala tecrûbeyên xwe kir.

Leygara anî ziman ku reforma dadgeriyê wê pûç be û tenê bi kêrî desthilatdariyê bê, lewma gotinên reformê ji dil nîne. Leygara bi bîr xist ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê dadgerî gelekî siyasî bûye.

'REFORMA DADGERIYÊ NE CIHÊ BAWERIYÊ YE'

Leygara diyar kir ku mejiyê dadgeriya serbixwe êdî nema ye, dadger û dozger ditirsin ku şevekê ji nişka ve bên girtin û got, "Tevî vê yekê parêzerên ku di nava AKP'ê de serokatiya bajêr kirine yan jî rêveber bûne, hemû kirine dadger û dozger. Ji ber van hemûyan bawerî bi reforma dadgeriyê nayê. Cih nade ti ji sernavên bingehîn ên pergala demokratîk.

Mînak; partiyên siyasî, weqif, komele yan jî sendîka, ti ji wan garantiya wan nîne. Li hemûyan qeyûm tê danîn. Her wiha rojnamevan û hilbijartî hatine girtin. Yên li ser medya dîjîtal parvekirin kirine hatine girtin. Şîrket û mal û milkên mirovan têne desteserkirin. Di rewşeke wiha de zehmet e ku mirov baweriya xwe bi gotinên li ser reformê bînin."

'ÇAR HÎMÊN BINGEHÎN ÊN DEMOKRASIYÊ HEYE'

Li ser doza girtina HDP'ê jî Leygara bi bîr xist ku di nava partiyên beriya niha de wî hem rêveberî hem jî parêzerî kiribû û got, "Çar hîmên bingehîn ên demokrasiyê hene; Destûra Bingehîn, qanûna partiyên siyasî, qanûna hilbijartinê û wekheviya dadgeriyê. Gelo kîjan ji van heye? Ji Partiya Kedê ya Gel û vir ve kevneşopiyek heye û heta niha her tim hatiye girtin. HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DEHAP û DTP hatin girtin. Di nava van partiyan hemûyan de jî ya endamê damezrîner, ya rêveberê navenda giştî ya jî car carna parêzer bûm.

Di biryarên girtinê hemûyan de fikra siyasî serdest bû. Mînak ji HEP'ê heta niha tiştekî hatiye guhertin nîne. Ji HEP'ê heta DTP'ê 25 sal derbas bûne, lê belê hîn jî hincet û biryarên girtinê weke hev in. Di biryara girtina HEP'ê de wiha dihate gotin; 'hewl dide gelekî biafirîne'. Di biryara DTP'ê de jî heman tişt dihate gotin. Dema ku dihate gotin, 'Ji bilî gelê Tirk, gelê Kurd jî heye' hingî ev yek weke 'cihêkariyê' dihate dîtin û doza girtinê dihate vekirin."

'HDP JI BER KU XURT BÛ, ZEXTÊ LÊ DIKIN'

Leygara anî ziman ku di nava destûra bingehîn a Tirk de jî işaret bi asîmîlekirina gelên ji bilî Tirkan tê kirin û got, "Di qanûnê de tê gotin, gelên ji bilî neteweya Tirk di nava neteweya serdest de hatine helandin. Bi gotina me, hatine asîmîlekirin. Kodên kûr û serdest, dema ku desthilatdariyê diguherînin naxwazin bi rêyên asayî biguherînin. Di guherina desthilatdariyê de eger partiyek dikare plan û hevsengiyên wan xera bike, yekser serî li girtina partiyê didin.

Sedema bingehîn a zextên niha yên li ser HDP'ê jî ev e. Dest ji kodên berê bernadin, ji pêşketin û xurtbûna HDP'ê aciz in. Ji ber ku HDP di guhertina desthilatdariya Tirkiyeyê de xwedî roleke mezin e, dest bi pêvajoya girtina wê kirin. HDP partiya diyarker e."

'KEVNEŞOPÎ HER TIM XURT BÛ'

Leygara diyar kir ku bingeha civakî ya Kurd a HEP, DEP, OZDEP û DTP'ê hîn jî li şûna xwe ye û got, "Ew fikir jî li şûna xwe ye. Ne pêkane ku bê tunekirin. Çi dikin bila bikin erdnîgarî, dîrok, civakî li ser rêya xwe ne, li ser dînamîkên xwe ne.

Binerin; HEP'ê bi rêjeya ji sedî 4.2 dest pê kir. Diviyabû ji 4.2 biketa 0.1'ê. Lê belê niha ji sedî 13 ye. Li 687 hevalên me qedexeya siyasî ferz kirine. Lê belê dînamîkên vî gelî ji 687 kesî zêdetir diafirîne. Dixwazim vê yekê ji Dadgeha Destûra Bingehîn û desthilatdariyê re bêjim; rewşa civakî û erdnîgariyê ji nedîtî ve neyên. Li vê erdnîgariya qedîm dîrokek heye. Hûn nikarin bi du xêzikên nivîsên xwe vê yekê tune bikin. Ji ber ku ne împaratoran, ne qralan ne jî Skender karîbûn tune bikin."