Hin çavdêriyên merasîma Helmet

12’ê Tîrmeha 2019’an… Piştî êrîşa bêbext a di 5’ê Tîrmehê de Başûrê Kurdistanê di serî de ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelek kes hatin serdana gora Şehîd Helmet.

Zarokên kesên ku sed sal berê bûbûn şahidên qetlîaman îro jî bûn şahidên qetlîameke din. Lê dîrok dubare nabe. Yên ku sed sal berê qetlîam li wan hatibû kirin û nifşên îro hest û raman û bîra wan ne wekî hev e. Ji ber ku bîra wan a îro bi hemû zindîbûna xwe di hişê wan de cih digire. Gelê Kurd ê ku li çar parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê belav bûne, di merasîmê de diyar dikin ku gelê Kurd bi îmhakirina fîzîkî ji holê ranabe. Ev bîr bi saya têkoşîna çil salan a PKK’ê pêk hat. Bi têkoşîna zarokên gelê Kurd ên wekî Şehîd Helmet ev heta îro hatiye.

Em koma Stêrk Tv jî di merasîmê de amade bûn. Dema ku Baxan pêşkêşî dikir, ez Tirkekî ku endamê çapemeniyê ye û Şehîd Helmet bandor lê kiriye, di wê merasîmê de bûm. Li wê derê min xem, kîn û nefret zêde nedît. Ev hemû hest li wê derê hebûn lê tişta ku herî zêde derdiket pêş xwedîlêderketina bi hezaran kesan a li şehîdê xwe bû. Bi hezaran zarok, mêr, welatparêz li Goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr hatibûn ba hev.

Bi komên biçûk gelek kes li şivêreya ji ber avahiya ku portreya fermandarê efsanewî yê PKK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) dimeşin. Dema ku em gihiştin ser rê, gel ê ku rê girtibû slogan berz dikirin: Helmet Namire!

Ji her nifş û çînê mirov di nav wê qelebalixiyê de hebûn. Wêneyê Şehîd Helmet ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji aliyê du jinan ve hatibû hildan.

Ligel ku hikumeta herêma federal a Kurdistanê gelek zext kiribû û dinya ne sayî bû, her kes amade bûn ku biaxivin. Jinekê got “Yên ku Şehîd Helmet qetil kirine, em ê wekî bi hezaran Helmetan li hemberî wan bin.”

Komeke enternasyonalîst jî di merasîmê de amade bûn.

Dema mirov digihişt goristana şehîdan, meş êdî zehmet bû. Diya Şehîd Helmet li ber gora wî dikir hawar.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, PKK, PAJK, Kongreya Îslama Demokratîk, Tevgera Azad, Tevgera Demokratîk peyam ji merasîmê re şandibûn. Piştre dengê endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Besta Firat hat û xîtabî gel dikir.

Welatparêzek gulek di dest de, nêzî gorê dibe, çonga xwe dide erdê, piştî ku gulê dibe ser dilê xwe û radimûse, gulê datîne ser gorê. Jineke din pelên gulan ên di zembîlê de li ser axê direşîne.

Piştre li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk, Mamoste Saman axivî. Di axaftinê de çavê wî şil bû û dengê wî lerizî. Berê xwe da gora Şehîd Helmet û got “Ez amade me ku bi vî xeftanê xwe derkevim çiyê û çekê hilgirim.”

Piştî daxuyaniyan birayê Şehîd Helmet axaftineke kurt kir û diyar kir ku ew heta dawîyê baweriya xwe bi PKK’ê tîne.

Di bidawîbûna merasîmê de, qelebalixîya ku li dora gora Şehîd Helmet bûbûn xeleq, bi hev re metna sondxwarinê xwendin.