Hilbijartina li Başûr çiqas demokratîk e?

Gelê Başûrê Kurdistan sibê cara 5’an ji bo hilbijartina parlamentoya herêmê diçe ser sindoqan. Ger mirov li hilbijartinên 26 salan ya hilbijartina Başûrê Kurdistanê binêrê wê diyar bibe çiqas demokratîk e yan ne.

Bi ketina Saddam Huseyîn ya Kûveytê re Şerê Yekêmîn yê Bendavê dest pê kir, DYA sala 1991’an ‘Hêza Çekîç’ bi cih kir. Piştî ku Hêza Çekîç hate bicih irin qada hewayî ya  Başûrê Kurdistanê ji rêveberiya Bexda re girt û sînorê Başûr yê parelela 36-42 diyar kir.

Piştî salekê ku DYA qada hewayî ji rejîma Saddam re girt û sînor diyar kir sala 1992’an de li Washîngtonê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ava kir. Piştî avakirina parlamentoyê 19’ê Gulana 1992’an li Başûr hilbijartina destpêke hate kirin. Di rûniştina yekemîn a parlamentoyê de li dijî Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê biryara şer hate girtin. Şerê ku 3’ê Cotmeha 1992’an de dest pê kir li Xakûrkê û hinek cihên din bi navê peymanê çiqas hatibe rawestandin jî tevahiya salê dom kir.

HILBIJARTINA DESTPÊKÊ

Li Başûr hilbijartina yekem a sala 1992’an PDK, YNK, îtifaka Partiya Sosyalîst a bi partiyên xweser ên Kurdistanê re, îtîfaqa Partiya Yekîtiyê Demokratî Kurdsitan û Partiya Komunîst a Kurdistan û Lîsteya Îslamî, Lîsteya Partiya Gel a Demokratîk a Kurdistan ya Samî Abdûrrahman, partiya Lîsteya Demokratên xweser û lîsteyên din beşdar bû.

Di hilbijartina yekem de PDK’ê sedî 45. 5, YNK’ê sedî 43.63 deng girt. Di hilbijaritna yekem de parlamento ji 105 parlamenteran pêk dihat. 100 parlamenter ji bo partiyên Kurd û 5 parlamenterên din jî ji bo kêmnetewên li Başûr hatibûn diyarkirin.

HILBIJARTINA DUYEM PIŞTÎ 13 SALAN

Hilbijartina duyem piştî 13 salan hate kirin. Sedemê taloqkirina 13 salan a hiibijartinê şer aloziya kur a di navbera PDK û YNK’ê de hate nîşandan.

Ji ber pirsgirêk û şerê di navbera PDK û YNK’ê de heta sala 2005’an hilbijartin nehatin kirin. Şert û mercên ku sala 2003’an piştî ku DYA’yê mudaxeleyî Iraqê kir wê Mam Celal ji bo demkî serokatiya rêveberiya Iraqê ya demkî bikira, çawe ku PDK û YNK nêzikî hev kir di serî de ji ber telqîna DYA û ya di navbera hêzên navnetewî de hatin gel hev.

Sala 2005’an piştî ku destûra bingehîn a Iraqê hate qebûlkirin 30’ê Çileyê hilbijartina duyemîn hate kirin. Di sala 2005’an de PDK û YNK ji bo partiyên muxalefet biperçiqîne weke lîsteya hevpar çûn beşdarî hilbijartinê bûn. PDK û YNK bi îtîfaqa Welatparêzên Demokratîk beşdarî hilbajrtinê bûn, Komela Îslamî û Partiya Kedkarên Kurdistan bi îtîfaqa xweseran beşdar bûn. PDK û YNK’ê sedî 89.55 deng kir. Komeleya îslamî sedî 4.68 deng girt, Partiya Kedkarên Kurdistan û lîsteya Xweseran jî sedî 1.17 deng girt.

DI HILBIJARTINA SÊYEMÎN DE PDK Û YNKÊ DENGÊ XWE KÊM KIRIN

Li Başûr hilbijartina sêyemîn di 25’ê Tîrmeha 2009’an de pêk hat. 24 partî û lîste tevlî vê hilbijartinê bûn. PDK û YNK bi navê Lîsteya Kurdistanî ketin hilbijartinê. Tevgera Goran jî tevlî hilbijartinê bû ya ku Nûşirwan Mistefa piştî ji YNK’ê veqetiyabû, ev tevger ava kiribû. Ji xeynî van, tifaqeke ku tevgerên Îslamî jî tê de, Tevgera Xizmet û Reformê, Lîsteya Edaleta Civakî û Azadî, Tevgera Demokratîk a Tirkmenan, Eniya Tirkmenên Iraqê, Tevgera Demokratîk a Suryanan, Tifaqa Suryan û Aşûran jî tevlî hilbijartinê bûn.

Lîsteya Kurdistanî ya PDK û YNK’ê di hilbijartina duyem de dengê xwe yê 89.55 a ji sedî winda kirin û dengê wan bû 57.34. Tevgera Goran jî 23.75 ji sedî deng stend.

DEMOKRATÎKBÛN TÊ ASTENGKIRIN

Hilbijartinên herêmî yên çaremîn di 21’ê Îlona 2013’an de hat kirin. 31 lîste û partî tevlê bûn. Di vê hilbijartinê de PÇDK bi hevserokatiya Dr. Fayîk Gulbî û Necîbe Omer wekî partî ket hilbijartinê. PÇDK’ê hewl dida li Başûrê Kurdistanê siyaset were demokratîzekirin. Ligel ku PÇDK ket hilbijartinê, di malpera fermî ya parlementoyê de navê nehate diyarkirin û dengê wê yên di hilbijartinê de nehate dayîn.

Hilbijartinên herêmî yên 5’emîn jî wê sibê were kirin. Tevgera Azadî bi hincetên kêfî tê astengkirin û ev jî diyar dike ku hilbijartinên li Başûr ne demokratîk e.