'Hikumeta Kurdistanê ya Federe nikare xwe li rastiyan rabigire'

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad nerazîbûn nîşanî êrîşên hikumeta Kurdistanê ya Federe yên li dijî rojnamevanan da û xwest, dawî li êrîşan bê anîn.

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad li ser êrîşên hikumeta Başûrê Kurdistanê yên li dijî çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dema dawî zextên hikumeta herêma federe ya Başûrê Kurdistanê yên li ser çapemeniyê zêde bûne. Di nava mehekê de gelek xebatkarên KNN, Rojnews û NRT TV'yê hatin destgîrkirin. Herî dawî Ofîsa NRT'ê ya Duhokê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate girtin û 4 xebatkarên wê hatin destgîrkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî ku 23'ê Çilyeê bi bomberdûmana balafirên şer re li gundê Dêrelûkê 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelê Şêladizê bi ser leşkergeha dewleta Tirk a li Sirê ve meşiya. Tîma nûçeyan a NRT'ê jî çalakiya protestoyî ya gel a li dijî bomberdûmana balafirên şer bi rengekî zindî ragihand. Asayîşa Duhokê heman rojê êrîş bir ser tîma nûçeyan a NRT'ê ku li ber Nexweşxaneya Duhokê rewşa welatiyên birîndar ên ji Şêladizê dişopand. Piştre buroya NRT'ê ya Duhokê girt.

Destgîrkirina rojnamevanên ku bûyeran ji raya giştî re radigihînin û girtina buroya NRT'ê nîşan didin ku hikumeta herêmê nikare xwe li rastiyan rabigire. Destgîrkirina rojnamevanên li herêmê, girtina buroyan êrîşeke li azadiya çapemeniyê.

Em zexta hikumeta herêmê ya li rojnamevanan şermezar dikin û dixwazin bi lezgînî dawî li zextan bê anîn. Bi navê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, bang li saziyên çapemeniyê hemûyan dikin ku li bara van êrîşan haydar û berpirsyar bin."