Hêzên paramîlter şandin Rojhilata Kurdistanê: Gule li gel direşînin

Ji bo tepisandina serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê milîsên Besîc ên paramîlîter ketin dewrê. Hêzên paramîlter guleyan li gel direşînin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, şeva Pençşemê li bajarên Sine, Kirmaşan û Mahabadê yên li Rojhilata Kurdistanê herî kem 7 kesan jiyana ji dest dane.

Çalakiyên protestoyî bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir ya ku 16’ê Îlonê de di encama êşkenceya polîsên Îranê ve hatibû qetilkirin.

Gelek çavkaniyan diyar dikin ku heta niha li bajarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê zêdeyî 200 kes hatine qetilkirin. Te payîn bîlançoya rast girantir e.

Li dîmenên ku li ser medya dijîtal hatine parvekirin, xuya dike ku milîsên Besîc li bajarên Kurdan li dijî xwepêşandaran tundiyê dike.

Milîsên Besîc weke hêzekî paramîlîter a girêdayî Pasvanên Şoreşger yên Îranê hatine avakirin. Ji bo tepisandina bertekên civakî tên bikaranîn û rêbazên hovane bi kar tînin.

Du çavkaniyên ku ji ajansa nûçeyan a Reûterê re axivîn diyar kirin ku milîsên Besîc bi hêzên dewletê re êrîşî gelê li Sîneyê dike.

Yek jî şahîdan ragihand, bi sedan polîs û milîs li bajarên Îranê derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin.

Heman şahîd got: “Beriya çend rojan milîsên Besîc li bajarên Sîne û Banê gule li gel reşandin. “

Şahîdê bûyerê got: “Rewşa li Seqizê xiraptir e. Milîsên Besîc guleyan li gel, malan û kesên ku ne di xwepêşandaran de ne, direşînin.”

Çavkaniyek ji bajarê Sîne ji Reûtersê re ragihand, di nava 24 saetên dawî bi sedan polîsên Îranî li ser malan de girtine û diyar kir ku bi dehan ciwan hatine destgîrkirin.

Çavkaniyek ku ji bo ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku agahiyên bi vî rengî li bajarên Banê û Seqizê jî tê û destnîşan kir ku 13’ê Cotmehê zarok jî di nav de bi dehan ciwan hatine destgîrkirin.