‘Hêzên komploger tecrîdê diparêzin, dipejirînin û pêk tînin’

Ji mamosteyên Wargeha Mexmûrê Huseyîn Kara anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye û destnîşan kir ku jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi Ocalan bi paradîgmaya Ocalan dibe.

Nerazîbûna li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe. Mamoste Huseyîn Kara yê ji Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) têkîldarî tecrîda ku 24 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji ANF’ê re axivî.

Huseyîn Kara destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog, aştî û demokrasiyê çareser bike.

Mamoste Huseyîn Kara işaret bi armanca hêzên komploger a ji komploya navneteweyî û tecrîdê kir û got: "Rêber Apo tevgerek, partiyek ava kir. Partiya ku Rêber Apo ava kir, ji aliyê hemû cîhanê ve tê naskirin. Armanca partiyê çareserkirina pirsgirêka Kurd û çareserkirina qeyran, kaos û nexweşiyên li Rojhilata Navîn e. Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog, aştî û demokrasiyê çareser bike. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi tundî, îmha û înkarê çareser nabe. Di 93’ê de pêngavek wiha destpê kir. Lê dîsa di nava dewletê de aliyê tundî, îmha, înkar û nenaskirinê hebû. Ji ber vê ev pêvajo xira kirin. Ji ber ku armanca wan ne çareserkirina pirsgirêkên heyî ye, ev ne di berjewendiya wan de ye. Li ser tevahiya Kurdan kiryarên pir qirêj kirin. Dewletê gelekî hewl da ku pirsgirêka Kurd çareser nebe û wekî heyî bidome."

'ERKA DEWLETA TIRK TENÊ GARDIYANTÎ YE'

Kara diyar kir ku hêzên komploger bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd re çareseriya li Rojhilata Navîn qebûl nakin û wiha got: “Paradîgmaya Rêber Apo li ser esasê hemû mirovahiyê ye. Lê ev ne di berjewendiya van hêzan de ye. Kurdistan li dewletên Tirkiye, Sûriye û Iraqê belav kirin. Mirov dikare bêje pirsgirêka Kurd êdî ji Kurdistanê derbasî Rojhilata Navîn bû. Rêber Apo li hemberî pergalê van alternatîfek nû ava kir. Nêrîna Rêber Apo ji aliyê gelên herêmê ve hate pejirandin û her ku çû belavî Rojhilata Navîn bû û her wiha belavî cîhanê bû. Lewma hêzên hegemon ji Rêber Apo tirsiyan. Ji xwe Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye nedikarin Rêber Apo bi komployeke wiha dîl bigrin. NATO, dewletên Ewropa û Emerîkayê hêza xwe kirin yek û komployeke wiha pêk anîn û di encam de tecrîda girankirî li ser Rêber Apo dan meşadin. Ji ber vê yekê em dibêjin komployeke navnetewî ye. Hêzên hegemon û dagirker hêzên sereke ne ku pêşkeşiya kapîtalîzmê dikin hemû li ser hereketa azadiyê di kesayeta Rêber Apo de xwestin tevgerê tasfiye bikin û li ser gelê Kurd qetlîamê pêk bînin. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hîn jî hewl didin armancên xwe pêk bînin. Erka dewleta Tirk tenê gardiyantî ye.”

Kara di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di odeyek teng de di tecrîda girankirî de tê dîl girtin, lê belê li hemberî tecrîdê berxwedaniyek bêhampa da destpêkirin û wiha got: “Komplogeran armanc kirin ku Rêber Apo bi demê re teslîmeyetê qebûl bike. Lê Rêber Apo di girtîgehê de bi berxwedan û helwesta xwe planên wan vala derxist.

'HÊZÊN KOMPLOGER TECRÎDÊ DIPARÊZIN, DIPEJIRÎNIN Û PÊK TÎNIN'

Rêber Apo bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê hewl da carek din çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bibîne. Pêngavên pir girîng hatin avêtin. Bi dewleta Tirk re têkiliyeke fermî li ser esasê çareseriyê çêbû. Ji aliyê gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û her wiha piraniya gelê Tirkiyeyê ve hate pejirandin. Kilîda çareseriyê ya esas Rêber Apo ye. Bi milyonan kes li Amedê kom bûn û weke muxatabê xwe Rêber Apo nîşandan. Hêzên komploger dîtin ku negihiştin armancên xwe cardin ji bo ku Rêber Apo di girtîgehê de bi rêya malbat û parêzeran fikrê xwe ji gel re negihîne ketin dewrê. Rabûn bi destê dewleta Tirk hevdîtin birîn. Hikumeta AKP-MHP pêvajoya hevdîtinan nas nekir. Zivirîn çerxek dîtir, carek din pergala xwe ya îmha û înkarê kirin meriyetê. Dîsa bi hevkariya komplogeran re tecrîdek pir giran li ser Rêber Apo dan meşandin. Li cîhanê li serokekî êşkenceyeke bi vî rengî ne hatiye kirin. Hêzên komploger tecrîdê diparêzin, dipejirînin û pêk tînin.

'CPT MASKEYA HÊZÊN KOMPLOGER E'

Kara îşaret bi rola CPT'yê kir û diyar kir, CPT maskeyek ya hêzên komploger e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qaşo sazî û dezgehên di bin navê pêşîlêgirtina êşkenceyê CPT heye, lê ev sazî ya wan e. Ne ji bo pêşîlêgirtina êşkenceyê diçe Îmraliyê, hêzên komploger dibêjin, here berê xwe bide rewşa wî çiye, hizrên wî çiye ka guhertinek bûye yan ne. Li ser vê esasê diçin, ne bi armanca pêşîlêgirtina êşkenceyê yan jî ji bo mafên xwezayî ên Rêber Apo pêk bînin diçin. Di rastiyê de CPT maskeyek wan e. Hêvî, daxwaz û armancên wan cuda ye. Ji derve cuda tên dîtin, lê di hundirê de cuda ne. CPT diçe Îmraliyê hevdîtin dike, guh û çavê hemû kesê bi daxuyaniyekî ye mereq dikin dibêjin bê ka rewşa Rêbertî çiye, encama hevdîtinan çi bû? Ewqas fedaî û hêza Rêber Apo hene pêwîste tiştek bê gotin. Yek kelîme ji devê wan dernakeve, taloqî şeş mehên din dikin. Ev jî rengekî din ya êşkenceye ku li ser Rêber Apo, hevalên wî, malbata wî û gel tê kirin.”

‘RÊBER APO JI MAFÊ HÊVIYÊ BÊPAR E’

Kara destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar tê hiştin û got, "Ewropa dibêje kes heta heta li girtîgehê namîne. Lê mafê heviyê yê Rêber Apo tê desteserkirin. Dewleta Tirk her car bi hincetên cuda cezayên disîplînê dide Rêber Apo ango dixwaze tecrîda wî bidomîne."

Kara ji bo pirsa 'Gelo çawa dibe ku li nava çar dîwaran cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd bê birîn?' Kara got, "Ev tiştên dûrî aqil in, kes bawer nake. Hincetin, dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo bidomînin. Mafê wî yê hêviyê tune dikin. Lê her kes bi vî rêbazên van dizane, her kes kesayeta Rêber Apo nas dike. Rêbertî hemû jiyanê xwe fedaî pirsgirêka Kurd û mirovahiyê kiriye. Nikarin Rêber Apo bi cezayên disiplînê û tecrîdê ve dîl bigrin. Nikarin xwestek û daxwazên xwe bi Rêber Apo re bidin pejirandin. Ji ber vê yekê di kiryarên xwe de bi israr in."

'DAXWAZÊN RÊBER APO NETEWEYÎ NE’

Kara bal kişand ser çalakiyên ku ji bo dawî anîna tecrîdê tên kirin û anî ziman pêwîste gelê Kurd li hemberî tecrîdê hêzên xwe bikin yek û wiha lê zêde kir: “Gelê me yên penaber yên Ewropa 24 seat li ser lingan in. Rojava, Mexmûr û Başûr jî wisa ye. Gelê Bakurê Kurdistanê rexmê ewqas tundiyan dixwazin berpirsiyariyên xwe ya li hember Rêber Apo bi cih bînin. Daxwazên Rêber Apo di berjewendiya hemû Kurdan de ye. Ango berejewendiyekî netewî ye. Rêber Apo dixwaze hemû mirovahî di nava aramî, aştî, demokrasî û wekheviyê de bijî. Her kurdek li ku derê be pêwîste destê xwe ji xiyanetê bikêşin. Mînak Barzanî, ma heta kengê hûnê hevkariya dewleta Tirk bikin? Dewleta Tirk dijminê Kurdan e, gelê Kurd qetil dike xwezeya Kurdan tune dike. Her roj li Başûrê Kurdistanê gelê me qetil dike. Ma ev xiyanet wê heta kengê dewam bike. Pêwîste her Kurdek xwe mehkeme bike û bizivire ser welatparêziya xwe. Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin, hemû gel û partiyên Kurdan bibin yek. Ji xeynî têkoşîn û berxwedanê tu çareyên din di destê Kurdan de nemaye. Divê têkoşînê bilind bikin, berxwedanê gur bikin. Encex bi vî awayî em dikarin bi awayekî fizikî Rêber Apo azad bikin.”

'RÊBER APO KÎLÎDA JIYANEK AZAD E'

Kara bang li gelê Kurd kir ku li hemberî tecrîda girankirî, li hemberî dagirkerî, faşîzmê û komployê yekîtiya xwe ava bikin, Rêberê Gelê Kurd bi awayekî fizikî azad bikin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Em ê weke hemû gelên Rojhilata Navîn jiyanekî nû li gorî paradîgmaya Rêber Apo ku li ser esasê demokrasî, ekolojî, wekhevî û azadiya jinê ye ava bikin. Kilîda vê jî Rêber Apo ye."