Hêzên Iraqî rê neda şêniyên Mexmûrê

Welatiyên Mexmûr ji bo zext û dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê bi dawî bikin di saet 08:00’an de xwestin bi meş biçin Hewlêrê, lê berî ji wargehê derbikevin ji aliyê hêzên Iraqî ve bi wesayîtên zirxî pêşiya wan hatin girtin.

Welatiyên Penaber ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di bin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê ev 11 roje nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê.

Ji bo bidawîkirina vê dorpêçê îro welatiyên Mexmûrê xwestin biçin Hewlêrê lê berî ji wargehê derbikvin hêzên Iraqî bi wesayîtên zirxî û bi dehan leşker pêşiya gel girtin û rênedan ku welatî derbikevin.

Li ser vê rêgiriyê heyetek ji 5 kesan pêk tê, bi rêveberên Iraqê re civiyan û piştre daxuyaniyek kurt dan.

Heyetê anî ziman ku rêveberên Iraqê yekane sedema rêgirtiyê negirtina destûrê ji wan nîşandan. Her wiha Heyeta Mexmûrê li cihê bûyerê li pêşberî gel axivî û ragihandin ku bi hinceta ku destûr ji hêzên Iraqî nehatiye girtin destûr nayê dayîn ku welatî biçin. Heyetê diyar kir ku wê hevdîtinên wan ên di navbera hêzên Iraqî de bidome.

Dîsa hate gotin ku wê welatiyên Mexmûrê çalakiyên xwe yên bi demokratîk û rengên cuda bidomîne. Hate ragihandin ku li ser mijarê wê civîn di navbera heyeta ji 5 kesan hatibû amadekirin dîsa dîplomasiya Mexmûr û hêzên Iraqî de bidome.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî bûyera 17’ê Tîrmehê li xwaringeha Hoqqabaz a têde endamê MÎT’ê Osman Kose û du kesên din hatin kuştin û şûnde rê li welatiyên Mexmûrê hatibû girtin û ji wê rojê heta niha zext û astengiyên cuda yên li ser welatiyên Mexmûrê didome.

Her wiha agahî ji 2 ciwanên hatibûn destgîrkirin nayên girtin.