Hêzên Şehîd Delal 27'ê Mijdarê silav kirin

HPG'ê ragihand Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li Çelê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bilal bi amûrên hewayî yên bêmirov çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke niviskî da û got,''Hêzên Hewayî yên Şehîd Delal 27'ê Mijdarê saet 11.30'an li Çelê ya Colemergê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bilal bi amûrên hewayî yên bêmirov çalakî kirine. Bi amûrên hewayî hedefên ku hatine diyarkirin derb xwarine û çalakî bi serkeftî bi encam bûye. Ev çalakî ji bo slavkirina salvgera damezirandina PKK'ê, ji bo tola hevrêyê me fermandarê mezin Yilmaz Dersim hatiye kirin.''

ÊRÎŞA HEWAYÎ LI SER HERÊMA ZAPÊ

Artêşa TC'ê ya dagirker 23'yê Mijdarê di navbeyna saet 18.10-18.50'yî de derdora gundên Kinyaniş û Nêrwe yên herêma Zapê bome kirine.