Hêzên Îranê kolberekî din qetil kirin
Hêzên Îranê li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand û kolberek qetil kir.
Hêzên Îranê li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand û kolberek qetil kir.
Li gorî agahiyan hêzên Îranê li qada Tete ya Hewramanê gule li kolberan reşand û di vê êrîşê de Karwan Gulzarî (28) ê ji Merîwanê jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin wesayîteke kolberan li gundê Gomere ji kendalê ketiye û 3 kolber birîndar bûne.
Di 10’ê Cotmehê de li qada sînor a Kanî Xoda ya nêzî Pîranşarê jî hêzên Îranê kolberê bi navê Mîkaîl Talan qetil kiribûn.
Di 9ê’ê Cotmehê de jî li bajarê Bane kolberê bi navê Sehram Wesîlî hatibû qetilkirin û karkerên madenê jî birîndar bûbûn.
DI SALA 2021’AN DE HERÎ KÊM 46 KOLBER HATINE QETILKIRIN
Li gorî rapora sala 2021’an a Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê par ji ber êrîşên dewletê û bobelatan herî kêm 46 kolberan jiyana xwe ji dest dane û 122 kolber jî birîndar bûne.
17 kolber ji aliyê Îranê û 4 kolber jî ji aliyê leşkerên Tirk hatine qetilkirin.
77 kolber ji ber êrîşên hêzên Îranê û 3 kolber jî ji ber êrîşên leşkerên Tirk birîndar bûbûn.