Hêzên Îranê êrîşî mexdûrên lehiyê kirin: 4 kes mirin

Mexdûrên lehiyê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bûn hedefa êrîşa Mûxafizên Şoreşê. Ji ber êrîşê herî kêm 4 kes mirin.

Barana ku ji 19'ê Adarê ve li Îranê dibare, di demeke kurt de li tevahiya welêt rê li ber lehiyê vekir.

Di serî de li herêma Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê li gelek herêman lehî rabû. Lehiyê bandor li deh hezaran kesî kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî bi sedan kes mirin. Rejîma Îranê hewl dide rastiya karesatê veşêre.

Gel ji aliyekî ve hewl dide xwe ji bin bandora lehiyê derxîne, li aliyê din jî ji xemsariya hikumetê nerazî ye.

Li herêmên Kuzistan û Loristanê, girseyên gel ji bo şermezarkirina xemsariya hikumetê daketin qadan. Lê belê bûn hedefa êrîşê. Ji ber êrîşa hêzên rejîmê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.