Hêza fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bû diyariyek. Îro jî jinên ku li heqîqeta xwe digerin, li dora çarçoveya van fikir û ramanan kom dibin.
Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bû diyariyek. Îro jî jinên ku li heqîqeta xwe digerin, li dora çarçoveya van fikir û ramanan kom dibin.
Dema qala sedsala 21’an tê kirin, serdema zanistê tê bîra mirov. Zanist û serdema teknîkê ya ku her ku diçe, pêş dikeve û berfireh dibe. Lê mixabin ji bo mirovahiyê jî dibe metirsiyek mezin. Bi taybet dikarin bêjin ji bo jin ji metirsiyekê jî zêdetir bûye. Her ku diçe rastiya mirov, civak û jinê ya heyî ji cewherê wê dide dûrxistin. Her kêliyekê wê weke ku di xefkê de sekinî be û hewl bide jinê bixe vê xefkê. Ji ber ku dizane rastiya cewherê civakê, di heqîqeta jinê de veşartiye û niha herî zêde ev sîstema hov a ku xwe şiklê zanistê pêçayî, bi hegemonya mêrsalar ketiye ser rêya xwe û ber bi pêş ve diçe.
Di vê rêyê de yê li hemberî wan bibe asteng, dibe yekane armanca wan. Mirov dikare bêje ku di vê rêwitiyê de tu caran têkoşîna jinan nesekiniye û her tim li ber xwe daye. Ji dîrokê heta vê serdema zanistê pêngav bi pêngav berdewam kiriye. Heta bi nêrîn û fikrê Rêberê Apo ev têkoşîn gihiştiye qonaxeke nû û şêwazek cuda ku mînaka wê ne di dîrokê de, ne jî li tu dera cîhanê nehatiye dîtin. Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd ji bo hemû, ji bo hemû jinên cîhanê bû diyariyek. Bi nêrîn û felsefeya xwe ji roja destpêka têkoşîna Kurd û şûn ve, bû hevrêyê jinê yê herî rast û nêzîk. Ji bo rastiya jin weke fêmkirin û jin bikarin divê serdemê de, bibin xwedî mîsyona xwe ya resen, zanista ‘Jineolojî’ pêşkêşî hemû jinên cîhanê kir. Di roja îro de jî jinên ku li heqîqeta xwe digerin, xwe kirine çarçoveyek ku li dora zanista ‘Jineolojiyê’ kom dibin. Di rastiya jineolojiyê de de fêmkirina rastiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, watedayîna jiyana jinê ye. Ango heqîqeta ku Rêberê Gelê Kurd dibêje, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di vê zanistê de derket holê. Rastiya vê gotinê di roja me ya îro de em kêlî bi kêlî, dijîn. Pergala heyî di bin navên cuda cuda de, jinê dikuje û hewl dide tune bike. Ev hewldana wan jî ji tirsa wan a li hemberî jinê tê û bi qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê, ev tirsa wan a li hemberî jinê û fikrên Rêberê Gelê Kurd raket ber çavan.
Gelek caran bi navê namûs, guneh û mal, ya heyî diçewisîne. Carna jî bi navê azadiya serdemê ya pêşketî jinê dike meta û di bazara kapîtalîzmê de bi kar tîne. Gelo ma jin heyînek bê fikir û bîr e? Ma pêwîst dike ku jin pêwîstî bi mêrekî bibîne ku wê biparêze û bibe malê mêrekî? Lê mixabin pergala heyî vê yekê li ser jinê dide ferzkirin. Rêberê Gelê Kurd li hemberî vê yekê dibêje; ‘Bibin a xwe’. Eger ev yek pêk hat, wê rastiya pergala bi navê bawerî û kapîtalîzmê bê fêmkirin. Dema jinek li hemberî vê yekê bû ya xwe, dikare cîhanê biguherîne. Ji xwe di roja îro de rastiya vê sîstemê derketiye holê û maskeyên wan ê boyax kirî, ket xwarê. Elbet ev yek jî bi saya Rêberê Gelê Kurd çêbû.
Li Efganistan û Îranê îspat bû ku armanca wan yek e. Bi destê hêzên global, Talîbanê li Efganistanê çawa ku yekem karê xwe kir, dest avêtina şêwazê jiyana jinan û hemû mafên rewa li jinan qedexe kir.
Li Îranê bi navê gardiyanên namûsê, jina Kurd a ciwan Jîna Emînî tenê ji ber pora wê dixuya, qetil kirin. Li aliyê din jî ew ne li bendên bûn ku, wê cîhan hemû bi pêşengiya gelê Kurd bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bertekek wiha raber bikin. Ev yek bi hêza fikrê Rêberê Gelê Kurd deng da cîhanê û mîrateya xeta berxwedana jinê. Ji bo fêmkirina vê şoreşê divê heqîqeta dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ baş bê fêmkirin û bê jiyandin. Wê demê encex wisan wateya şoreşa gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku li hemû cîhanê belav bûye, dikare bê fêmkirin. Encex bi vî awayî mirov dikare bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bimeşe û bibe hevrêyê rast ê heqîqetê.